Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
- rojane
- 19:53 29/11/2024
Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin.
Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin.
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû di çalakiya protestokirina qeyûm a li Mêrdînê de axivî û wiha got: “Qeyûmên li Kurdistanê nikarin li pişt bariyerên betonan derkevin.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd peyam hatin dayîn.
Şandeya DEM Partiyê li navçeya Miksê çû serdana esnafan.
Karûbarên îfadegirtinê yên 5 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin bi dawî bûn. Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin. 3 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan û karûbarê îfadegirtinê yê 20 kesan jî didome.
Qeyûmê Şaredariya Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû, cîgirên hevşaredar Mûstafa Taşkale û Umît Kaya ji peywirê girt û li şûna wan Alî Tekataş ê bi nelirêtiyên xwe di rojevê de tayîn kir.
Şaredariya Sûrê navê kolana Mînareya Çarling lê ye weke “Kolana Tahir Elçî” guherand.
Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku HTŞ dixwaze bi êrişên li dijî Helebê re rêya M5’ê bi dest bixe û wiha got: “Heke rejîm ji HSD’ê alîkariyê nexwaze dibe ku parçe parçe bibe heta bi tunebûnê re rû bi rû bimîne.”
Qonaxa Ahmet Tevfîk Paşa ya li quntarê Keleha Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye.
Siyasetmedar, rojnameger û parastvanên mafên mirovan ên di çarçoveya lêpirsînên navenda wan Enqere û Eskîşehîrê de hatine binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin û îfadeyên wan dest pê kirin.
Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir diyar kir ku bi rêya talîmatê 3 sal û 11 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û wiha got: “Heke ez hevşaredar nebûma dê min beraet bikira. Hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye.”
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi hinceta ku dermanê di bin kontrola gardiyanan de bi kar tîne neda, êrişî girtî Erhan Bayir hate kirin û di hevdîtina bi malbatê re de gef lê hatin xwarin.
Bi ser mala cîgirê Şaredarê Esenyurtê Osman Yalçin de hate girtin.