Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
- rojane
- 13:05 04/10/2024
Yek ji girtiyên nexweş ku Fevzî Arslan ku mejiyê wî dihele, ji ber ku zexta lêgerîna nava dev qebûl nekir, naşînin nexweşxaneyê. Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Arslan were tedawîkirin û sepana lêgerîna nava dev bi dawî bibe, serî li Wezareta Karên Hundir dan.