Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
- rojane
- 15:28 05/9/2024
Dewleta tirk li bajarokê Çiwarta yê girêdayî navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîtek hedef girt û 3 kes qetil kirin.
Dewleta tirk li bajarokê Çiwarta yê girêdayî navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîtek hedef girt û 3 kes qetil kirin.
Welatiyên di êrişa SÎHA’yê ya Tirkiyeyê de hatine qetilkirin li Silêmaniyeyê bi merasîmekî girseyî hatin veşartin. Di merasîma canezayê de wiha hat gotin: “Li dijî êrişên bi vî rengî bêdengî sûc e û ji hevkariyê bêhtir kêrî tiştekî nayê.”
Li gundê Filfil ê Hezexê di şerê navbera zarokan derketî de zarokekî 14 salî ji ber darbeya ku lê ket jiyana xwe ji dest da.
Şaxa ÔHD’a Stenbolê diyar kir ku xetere li ser jiyana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday heye û banga berdanê kir.
Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç ê xwest ku Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê, diyar kir ku ji bo dizayna muzeyê divê rayedar bi kesên ew serdem jiyane re hevkariyê bikin.
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî tê de bûn û ji Wêranşarê diçû Ordûyê qeza kir. Di encama qezayê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.
Li Herêma Omeryanê ya Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye.
Di serlêdana ji bo girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday li AYM'ê û Wezareta Edaletê hatiye kirin de hat xwestin ku metirsiya Kûday a jiyana xwe ji dest bide heye û înfaza wî were taloqkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Danişîna doza parêzer Burhan Arta hat lidarxistin ku ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin. Di dozê de dozger xwest cezayê hefsê li Arta were birîn.
DBP’ê têkildarî Taner Şîrp ê navê wî di skandala mela ya li Wanê de derbas bû daxuyaniyek weşand û got: “Şexsiyetên bi vî rengî nikarin li rêxistinên me bi cih bibin."
Tevgera Azadî bertek nîşanî êrişên SÎHA’yan da û diyar kir ku divê her kurdê xwedî wijdan li dijî van êrişan deng derxîne.
Ji 21’ê tebaxê heta niha tu agahî ji zaroka 8 salî Narîn Guran nayên girtin. Guran herî dawî saet di 18.47’ê de bi hevala xwe re hate dîtin û mamê wê jî saet di 18.59’ê de ji gund derketiye. Niha jî li ser wan 12 deqeyên winda lêkolîn tê kirin.
Rojnamevan Mehmet Guleş ê bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” dihate darizandin di danişîna ewil a dozê de beraet kir.
Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Bayiyên Tekelê (TBYD) Erol Dundar, ragihand ku cigare hatiye zemkirin.