Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
- rojane
- 14:11 20/8/2024
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê da.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê da.
Li Wanê li ser pereyên 200, 100 û 50 lîreyî wêneyê Mahsum Korkmaz û nivîsek taybet hat xêzkirin û nivîsandin.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, bi telefonê li malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê li Meclisê çalakî da destpêkirin geriya û îdia kir ku çalakî dê zirarê bide nirxê Meclisê.
Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê bir ber Serokatiya Meclisê, bang li Serokkomarê AKP’yî Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li Meclisê rakevim.”
Di nûçeyeke ku Kovara Private Eye ya ingilîzan amadekiriye de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” hate pênasekirin.
Balefirên bê mirov û biçek ên Tirkiyeyê vê sibehê bajaroka Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin.
Şêwirmendê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî ragihand ku hejmara kesên ku ji Kampa Hol a li rojavayê Kurdistanê vegeriyane Iraqê nêzî 4 hezar kes in. Her wiha eşkere kir ku ji bo vegera koçberan a ji kampên li Hewlêr û Dihokê lihevkirin di navbera hikûmeta Iraq û Herêmê de hatiye kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serlêdan kir.
Şaredariya Geverê ku du deman qeyûm tayinî wê hat kirin û milyarek TL deynê wê heye, tevî hemû taxrîbatên qeyûm jî rêveberiya DEM Partiyê bênavber xizmetê dike.
Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er ê ku 30 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, got: "28 sal in platîn di lingê birayê min de ye. Lê ji ber ku baş nayê dermankirin her diçe demarên lingê wî yê çepê zirav bûne."
Emîne Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê ji Rihayê veguhest ber Wezareta Dadê, de çalakiya xwe ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dabûyê li ber Serokatiya Meclisê bidomîne.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an serî li CPT’iyê da. Buroyê diyar kir ku prosedura ji bo Îmraliyê nayê bicihanîn ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn û xwest bi lezgînî serdanek ad hoc ango xweser li Îmraliyê pêk bîne.
Girtî Halîl Yildiz piştî 30 salan hat berdan. Yildiz ê ku ji Girtîgeha Metrîsê hat berdan li Êlihê bi coş hat pêşwazîkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Îzmîrê bi malnişînan re civiya, anî ziman ku ger malnişîn bixwazin dikarin desthilatê jî biguherînin û got: "Derdê me yek e. Divê em hesab ji vê pergala bêrûmet bipirsin."