Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
- rojane
- 11:59 27/6
Ji bo îtîraza li dijî biryara bihincet a Doza Kobanê ku 32 hezar û 600 rûpel e û xwendina wê bi mehan naqede, tenê 7 roj dem hate dayin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Nûray Ozdogan got: “Bi vê re mafê parastinê hatiye bisînorkirin. Mimkin nîne di 7 rojan de bê lêkolînkirin.”