ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
- rojane
- 09:00 08/7/2024
Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya vê hefteyê bi manşeta “Dê dagirkerî têk biçe” derket. Rojnameyê di vê hejmara xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê.
DEM Partiyê li Mêrdînê meşa li dijî tayînkirina qeyûm li dar xist û qeyûm protesto kir.
Di çalakiya nobeda li dijî qeyûm de 28 roj in li Stenbolê berdewam dike de, peyama "Em ê li dijî qeyûm bi paş ve gav neavêjin" hat dayîn.
"Meşa Rêzigirtina ji Îradeyê re" di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî bi dawî bû. Di meşê de coş û peroş hebû û bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Li gundên Xirabreşkê û Germûşê yên bi ser navçeya Halîliyeyê ve şewat derket.
Şandeya DEM Partiyê li Semsûrê serdana cotkarên tûtinê kir.
Li gundê Baxçe yê bi ser navçeya Milazgirê ve Nazar Karataş a 20 salî bi lehiyê re çû û jiyana xwe ji dest da.
Dr. Alpay Azap bû serokê nû yê Konseya Navendî ya TTB'ê.
Şandeya ji DEM Partî, DBP, TJA û Dayikên Aştiyê pêk dihat, serdana gundê Bilêxşê yê bi ser Kercewsê ve kir.
Di encama bombebarana galafirên Tirkiyeyê de li devera Rêkanyan a bi ser navçeya Amediyê ve şewat derket. Şewat her ku diçe belav dibe.
Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî di rapora xwe de ragihand ku di şerê navbera Filistîn û Îsraîlê de herî kêm 108 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.
Îfadegirtina 14 welatiyên bi îdiaya têkiliya wan bi operasyona li gundê Bilêxşê ya Kercewsê re heye hatibûn binçavkirin. dest pê kir.
Li navçeya Artûklûyê polîs û bekçiyan li naverasta kuçeyê li kesekî dan. Dîmenên vê kêliyê tundiyê bi kameraya telefonê hatin girtin.
Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin di salvegera 33'yemîn a kuştina xwe de li ber sûrên Amedê û li ser gora xwe hat bibîranîn.