Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
- rojane
- 11:03 06/7/2024
Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê diyar kirin ku tevî faîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê beriya 33 salan hate qetilkirin tên zanîn jî nehatine darizandin. Hevjîna Aydin, Şukranê jî wiha got: “Biryara kiryarên nediyar ji jor hat, li jêr hate pêkanîn” , birayê wî Veysî Aydin jî wiha got: “Ev cînayet bi pirsgirêka kurd re eleqedar in. Heta ku pirsgirêk çareser nebe, dê veşartî bimîne.”