‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
- rojane
- 13:58 30/6/2024
“Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê daye destpêkirin dest pê kir.
“Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê daye destpêkirin dest pê kir.
Wezareta Çand û Turîzmê li Wanê “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Wanê” li dar xist. Fîrmaya organîzator a paqijiya qadê nekirî, qad di nava gilêşî de hişt.
MEB’ê bi “Rêziknameya vekirin û girtina saziyan” re destûr da kargehan ku dibistanan vekin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zeynep Kinaci nirxandina “Manîfestoya jiyana me ye” dike û wiha dibêje: “Em ji bo xwe ji hêzên zalim ên neheq, çavtarî û ji bilî rûxandin û tunekirinê tu armancên wan tune ne biparêzin vî şerî dikin. Lê şerê me yê esasî ji bo wê ye ku wateyeke bidin jiyana xwe ya hatiye tunekirin.”
Birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû ku nexweşîna gurçikan, tansioyona zêde bi wan re heye û çavên wan baş nabînin û guhên wan giran bûne, ji ber biryarên ATK'ê nayên berdan.
Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku wê hewldanên wan ên hiqûqî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Wê serlêdanên me yên li baroya ku ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li Wezareta Dadê bidin, bidomin."
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 217’emîn de didome.
Serlêdana ji bo parvekirina Serokê Gişptî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku heqaret li Şêx Seîd kiribû, bi hinceta "azadiya ramanê" hat redkirin.
Girtî Lokman Acar ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubinê tê girtin di encama îşkenceyê de têlên diranên wî hatin qetandin. Acar 9 meh in ji girtîgeha ku lê tê ragirtin nabin nexweşxaneyê û ji ber têlên ku şikestine nikare xwarinê bixwe.
Mîtînga ‘em rê nadin qeyûm’ ya bi tevlibûna dehezaran kesî pêk hat de, banga têkoşînê derket pêş û girseyê li dijî qeyûman, tecrîd, pêkanînên dij demokratîk, qetilkirinên jinan, krîza aborî îtîrazên xwe bi dengekî bilind anîn ziman.
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di mîtîna li Qada Kartalê de axivî û got: “Ger qeyûm şaredariya Colemêrgê bi rêve bibin û em jî temaşevan bin,li Stenbolê jî îradaya gel di bin xetereyê de ye. Qeyûm pirsgirêka hevpar a civakê ye.
Siyasetmedara girtî Figen Yuksekdag, peyam ji mîtînga li dijî qeyûman re şand û got: "Vîna gelan nayê dîl girtin. Dê nikaribin li Colemêrgê bi ser bikevin." Siyasetmedarê girtî Can Atalay jî peyam şand û got: "Em ê bi hev re têbikoşin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
Hevşaredarê DEM Partiyê yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, peyam ji mîtînga Stenbolmê ya li dijî qeyûm re şand û got: "Bedelê wê çi dibe bila bibe, me hewl da em soza xwe ya bi gel re li erdê nehêlin. Em serbilind in."
Siyasetmedarê kurd Orhan Doğan di 17'emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê malbata xwe û hevalên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.