Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
- rojane
- 19:21 17/5/2024
Emîne Şenyaşar ku ji ber sedema doza ‘heqeret li memur cemawerî kiriye’ li Rihayê bû, nobeta Edeletê ya li ber wezaretê jî bêyî Emîne Şenyaşar berdewam kir. Ferît Şenyaşar di nobeta Edeletê de daxivî û got: “Dayika min îro li Rihayê wek gumanbar tê darizandin. Lê kesên ku sê mirov qetilkirin nayên darizandin. Divê tu kes li dijî vê bêdadiyê bêdeng nemîne. Divê her kes bi vê dayikê re têkoşînê mezin bikin.”