Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike

img
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku sedema sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê, dijminatiya desthilatdariyê ya li hemberî kurdan û polîtîkaya şer e û wiha got: “Projeya ku Ocalan pêşkeş dike, ji bo gelên Rojhilata Navîn û kurdan projeyeke demokratîk e. Baş e hûn li dijî çi tiştê vê projeyê ne?” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş di serî de qala salvegera Qirkirina Çerkesan kir û da zanîn ku gelê çerkes 158 sal berê di 1864’an de bi şûrên rûsan hatin qirkirin û bi keştiyan li çar aliyên cîhanê hatine berbelavkirin. Beştaş, destnîşan kir ku her çend ku ev yek weke koçkirin hatibe pênasekirin jî, di esasê xwe de qirkirinek hatiye kirin û wiha domand: “Di qirkirinê de 500 hezar kes hatin qetilkirin û sirgûnî xaka Osmaniyan kirin. Niha li Tirkiyeyê gelek daxwazên çerkesan hene. Daxwazên wan, daxwazên me jî ne. Di serî de ziman û çand, divê hemû daxwazên wan bên qebûlkirin. Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin û mafên mal, milk û tazmînatê bên dayîn.”
 
Piştre jî Beştaş bal kişand ser Doza Kobanê û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê kampanyaya hilbijartinê niha li eywanên dadgehan dimeşîne. Bi biryara Doza Geziyê re gef li muxalefet û gelên Tirkiyeyê xwarin. Ev, yek ji gavên girîng ên kampanyaya hilbijartinê ye. Hefteyek berê ez çûm serdana girtiyên ji Doza Geziyê. Di navbera Doza Geziyê û Doza Kobanê de têkiliyeke raste rast heye. Bi Doza Geziyê re peyamê didin muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê û bi Doza Kobanê re jî peyamê didin gelê kurd. Bi Doza Kobanê re dibêjin ku kurd nikarin maf û azadiyên xwe bi kar bînin. Dibêjin ku hûn nikarin dengê xwe li dijî qirkirinên DAIŞ’ê derxînin. Di her danişîna dozê de hevalên me polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê di darizînin.” 
 
HIQÛQ BI AWAYEKÎ FERMÎ TUNE BÛYE
 
Bi domdarî Beştaş diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Ayla Akat û hêj gelek hevalên wan weke dîl hatine girtin û wiha domand: “Darizandineke derhiqûqî heye. Tiştekî nû derket. Di destê min de girteka danişîna dawî heye. Wekî ku hûn jî dizanin, li gorî Qanûna Bingehîn a 36 û PMME 6/2’yê mafê parastinê nayê bisînorkirin. Heke mirovek bixwaze 3 heta 10 rojan jî parastina xwe bike, ev mafê wî/wê ye. Heta parastin çênebe jî dadgehkirin nabe. Di vê girtekê de diyar dibe ku dadgehê biryar daye ku tenê rojekê parastina xwe bikin. Ev belgeye, nîşan dide ku hiqûqa Tirkiyeyê tune bûye. Her wiha di Doza Kompasê ya Kobanê de eceleyê dikin. Di Doza Geziyê de jî heman ecele kirin. Ev lez û beziya wan jî ji ber hilbijartinê ye.”
 
ENDAMTIYA FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ 
 
Di berdewamê de Beştaş qala serlêdana Fînlandiya û Swêdê ya ji bo endamtiya NATO’yê kir û ev nirxandin kir: “Tirkiye vê serlêdanê veto dike. Sedema wê jî alîkariya van dewletan a bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re nîşan dide. Her wiha parlamentereka kurd a swêdî heye ku ji kurdên Îranê ye. Wê jî ji Swêdê daxwaz dike. Tenê ji ber ku kurd e û AKP û Tirkiyeyê rexne dike, miameleya terorîstiyê pê dikin. AKP, hewl dide her kesê ku di asta navneteweyî de mafê azadiyê yê kurdan diparêze weke terorîst bide qebûlkirin. Ji Efrînê heta Hesekê, ji Amedê heta Şengalê, gelê kurd bedelên giran dan û hinek destkeftî bi dest xistin. Tirkiye dixwaze li ser van destkeftiyan bazariyê bike. Hewl didin dijminatiya xwe ya bi kurdan a li hundir, li seranserî cîhanê belav bikin. Bi bi kar anîna pirsgirêka kurd re hewl didin li dijî NATO û hêzên din ên navneteweyî şantajê bikin.”
 
BERTEKA LI DIJÎ TOPAL OSMAN 
 
Meral Daniş Beştaş di berdewamê de behsa wêneyên Topal Osman ên li Amedê li ser otobûsê hatine gerandin kir û ev tişt anî ziman: “Me berê jî gotibû ku qeyûm ne tenê eleqeya xwe bi şaredariyê heye. Her wiha bi mebesta guherandina çand û civakê ye. Dixwazin çand û ziman tune bikin. Qeyûmê Qoserê û yê Sêrtê mîhrîcana hemsiyan kirin. Çima ev walî ji Behra Reş in? Çima ne mîhrîcana bûryan û fistiqan lê ya hemsiyan? Ji ber ku dijminên çanda wê herêmê ne. Waliyê Gîresûnê li Liceyê beşdarî Mîhrîcana Off Road’ê bûye û li ser otobûsa wan wêneyê Topal Osman hebû. Ser re jî nivîsa ‘Gîresûn besî we ye’ hebû. Desthilatdariya ku riziyayî, niha jî serî li Topal Osman dide ku di qirkirina kurdan, pontus, rum û ermenan de cih girtiye. Bi vî wêneyî gefa qirkirinê li kurdan hatiye xwarin. Divê yên ku ev tişt kirin di zûtirin dem de ji peywirê bên girtin. We bersiva xwe di Newrozê de girtibû û dê hêj jî bigirin. Dê ne Topal Osman, ne SADAT û ne jî çeteyên wê yên DAIŞ’ê nekarin we xelas bikin.” 
 
TECRÎD RÊBAZEKE ÎŞKENCEYÊ YE
 
Beştaş, bi domdarî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tecrîd, di mijara kurdan de sernavekî girîng e. Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê polîtîkaya şer heye. Ne Abdullah Ocalan û ne jî her sê girtiyên din nikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Ne dikarin nameyan bişînin û ne jî telefonêkî bikin. Her tim cezayên disiplînê lê dibirin. Ez îro ji parêzeran hîn bûm ku agahiya van cezayan nadin parêzeran ku nekarin mafê îtîrazê bi kar bînin. Ji ber voltayan cezayê disiplînê lê hatiye birîn. Ji ber ku birêz Ocalan bi hevalên xwe re axivî ye cezayê disiplînê lê birîne. Di dîroka mirovahiyê de biryareke wiha nehatiye dîtin. Sedema dijminatiya li kurdan û polîtîkaya şer, tecrîd e. Ji ber ku birêz Ocalan dibêje ku dikare hefteyekê aştiyê pêk bîne û di tecrîdê de tê girtin. Desthilatdarî naxwaze qala aştiyê bê kirin. Porjeya ku Ocalan pêşkeş dike, ji bo gelên Rojhilata Navîn û kurdan projeyeke demokratîk e. Hûn li dijî çi tiştê vê projeyê derdikevin? Banga min ji bo Tirkiyeyê ew e ku li dijî vê tecrîdê derbikevin. Ji ber ku ev tecrîd bandorê li her kesî dike.”
 
Derheqê namzetiya serokkomartiyê de jî Beştaş wiha got: “Di vê mijarê de nîqaşeke me tune ye. Me di demên berê de têkildarî namzetiya serokkomartiyê de deklarasyonek weşandibû. Em dikarin di çarçoveya rêgezên vê deklarasyonê de nîqaşan bikin.”