STENBOL - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk di civîna bi rojnameger û nivîskaran re de wiha got: “Di 14’ê Gulanê de têkbirina AKP-MHP’ê bi têrî nake. Her wiha divê pergala yekperest a sedsalî jî were tunekirin.”
Partiya Çepên Kesk li Hotêla Taksîm Hill’ê ya Stenbolê bi rojnameger û nivîskaran re civiya. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, Îlknûr Bîrol û Hasan Cemal û gelek rojnameger û nivîskar tev li civînê bûn.
‘DEMA PÊŞÎLÊGIRTINA FAŞÎZMÊ HATIYE’
Moderatoriya hevdîtinê rojnameger Nezahat Dogan kir. Dogan, axaftina destpêkê kir û got ku ji rojnamegeran heta siyasetmedar û hiqûqnasan, hemû kesên di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de gotina xwe dikin tên girtin û binçavkirin. Dogan, bal kişand ser operasyonên girtin û binçavkirinê yên navendên wan Amed û Enqereyê û ev tişt anî ziman: “Em ê di vê hilbijartinê de yan ji faşîzmê re bibêjin bes e, yan jî dê faşîzm xwe sazûman bike.”
‘PÊDIVÎ BI GUHERÎNÊ HEYE’
Piştre jî ji namzetan Îlknûr Bîrol axivî û wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê, êdî dawiya rê ye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi guherînê heye. Ev guherîn jî dê bi guherandina pergalê re bibe. Muxalefeta civakî dikare li ser vê guherînê li hev bike. Me gavên pêwîst ên ji bo vê avêtin. Lê partiyên din ên muxalîf di vê mijarê de dilwêrek tevnagerin û xwe zêde nadin ber.” Partiya Çepên Kesk guherîneke demokratîk dixwaze. Partiya me ji bo ku bibe nifteya komareke demokratîk dê di meclisê de cih bigire. Divê em tevahiya civakê ji bo vê guherînê amade bikin. Em pêdiviya bi guherînê li kolanan şênbertir dibînin. Dê vê guherînê de jin xwedî roleke avaker in. Heke daxwaza me ya guherîneke demokratîk û civakeke nû hebe, dê avakerên vê jin bin. Em niha bi tifaqeke Talîban re rû bi rû ne. Lewma têkbirina vê zîhniyeta faşîst ku tundiya li dijî jinan weke normekê dibîne, dê jinan hêj bêhtir çalak bike. Li gorî min Tirkiye dê di roja yekşemê de dest bi rêwîtiyeke nû bike.”
‘DÊ DERIYÊN DEMOKRASIYÊ VEBIN’
Namzetê parlamenteriyê Hasan Cemal jî got ku dê di roja yekşemê de dawî li faşîzma qesrê ya Erdogan bînin û ev nirxandin kir: “Ev hilbijartin, hilbijartineke jirêzê nîne. Hilbijartineke qederê ye. Hilbijartina şaristaniyê ye. Ji ber ku bi vê hilbijartinê re Tirkiye hat astekî wisa ku rewşa lihevkirinê derket holê. Piştgiriya kurdan a ji bo Kiliçdaroglû, nîşan da ku demokrasiyê Tirkiyeyê dibe ku derkeve. Heke kurd û tirk tifaqa xwe piştî hilbijartinê jî bidomînin, dê deriyê demokrasiyê vebe. Girîng e ku di siyasetê de Partiya Çepên Kesk hêzeke diyarker be. Em dikarin pirsgirêka kurd di bin sîwana meclisê de çareser bikin.”
‘QRAL TAZÎ YE’
Herî dawî jî namzetê parlamenterê Cengîz Çîçek axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê têkoşîna azadî û demokrasiyê tê dayîn. Dê serkeftin a me be. Baş e lê ez çima ji vê bawerim? Ji ber ku êdî tiştekî ku îktîdar bikare bifiroşe nema ye. Li hemberî me pergaleke xerabiyê heye. Îktîdarê berjewendiyên xwe danîne pêşiya berjewendiyên gel. Êdî amûrekî ku bikare civakê pê qaneh bike di dest de nema ye. Ji bilî polîtîkayên şer û ewlekariyê tu tiştek ku êdî bikare bifiroşe nema ye. Ev yek jî nîşan dide bê ka çiqasî tengav bûne. Êdî qral tazî ye. Li gorî me dê îktîdar têkçûneke wisa bijî ku êdî vegera wê tune be û dê bingeha îktîdarên wiha jî were tunekirin. Dê pêvajoyeke nû ya jinûveavakirinê were destpêkirin. 14’ê Gulanê dikare di çarçoveya perspektîfa komara demokratîk de weke navbereke têkoşînê ya ji bo avakirina bingeha hedefa komara demokratîk were dîtin.
DIVÊ PERGALA YEKPEREST WERE TUNEKIRIN
Têkbirina AKP-MHP’ê bi tena serê xwe têr nake. Divê zîhniyeta yekperest a sedsalî jî were tunekirin. Ji bo me 14’ê Gulanê tê wateya esasgirtina berxwedana demokratîk û li hêla din jî fîkriyata avaker a demokratîk ku damezirîneriya civakî hedef digire. Ez dikarim bibêjim ku kurd, bindest, jin, ciwan, elewî û hêj gelek derdorên cuda mecbûrî du siyasetên sereke nînin. Van her du vebijêrkan têkoşîna gel û baweriyan a demokrasiyê pir teng kiriye. Îdiaya me ev e; jiyaneke demokratîk a gel û baweriyan ya derveyî van siyasetên serdest dikarew were avakirin. Em vê wateyê li sedsala duyemîn bar dikin.”
GELO HEVBEŞÎBÛNA TIFAQAN PÊKAN E?
Hevdîtin, piştre jî bi şêweyê forumê dom kir. Rojnameger Canan Coşkun ev pirs kir: “Pirsgirêkên Tirkiyeyê hene lê partiyên di nava tifaqên Cumhur û Milet de cih digirin xwedî nêrîneke wiha nînin. Gelo di vê rewşê de pirsgirêka kurd û yên din dê çawa bên çareserkirin? Gelo mimkin e ku di navbera her du tifaqan de hevbeşîbûnek çêbibe?”
Hasan Cemal wiha bersiva pirsê da: “Baweriyeke ku her du tifaq bibin yek tune ye. Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e. Dê kî ji bo çareseriyê bi ser de biçe? Em ê vê bêedaletiyê çawa ji holê rakin. Em ê edaletê çawa pêk bînin? Em ê nebêjin me heta niha nekiriye û dê nekin. Ji bo ku bi rola xwe bilîzim, ez di 80’ê saliya xwe de ketim nava siyasetê. Bêguman dê bi têrî neke ku Tirkiye ji yekzilamî xelas bibe. Divê em rûnin û li ser biaxivin. Kiliçdaroglû guherînê dijî. Divê her du tifaq bên gel hev û pirsgirêkan çareser bikin. Divê em êdî bikarin bibêjin, em ê rûpelek nû vekin.”
DIBE KU REWŞEKE DEZAVANTAJ BI XWE RE BÎNE
Rojnameger Bariş Avşar jî pirsa “Hûn di dema xebatên hilbijartinê de rastî tiştên çawa hatin?” ji Cengîz Çîçek kir. Çîçek got ku rastî sepanên newekhev hatine û heke partiya wan winda bike, dê ev windakirin nebe tenê para partiya wan.
NÎQAŞÊN LI SER ÎMRALIYÊ
Rojnameger Burcu Karakaş jî têkildarî nîqaşên li ser heyeta ku ji îmraliyê re hatiye şandin pirsek kir. Çîçek jî wiha bersiv da: “Hewldaneke heye ku her tim dixwazin birêz Abdullah Ocalan di nava pêvajoyên hilbijartinê de teng bikin. Bi vê yekê dixwazin bandora wî ji holê rakin. Di nameya xwe ya dawî ya ji bo hilbijartinên herêmî de birêz Ocalan bal dikişand ser Rêya Sêyemîn. Lê kesek li ser van aliyan nefikirî. Ev yek di heman demê de rexneyeke min a ji bo raya giştî ya demokratîk e. Di wir de tê gotin ku siyaseta duqutb dê ji bo gelên Tirkiyeyê tu çareseriyan neyîne û pêşerojeke wê tune ye. Tê de li dijî şerê navxweyî û derve pêşniyaran dike. Heke em bi pêvajoyên hilbijartinê re bisînor bikin, ev yek dê bibe neheqî. Hinek krîterên bingehîn hene ku divê em daxwaza bikin. Mafê mirovekî yê xweîfadekirinê heye. Bifikirin ku kesek li girava kêleka me ye lê mafê wî yê xweîfadekirinê tune ye. Derheqê wî de her tiştên erênî û neyînî tên kirin lê parêzer nikarin pê re hevdîtinê bikin. Gelo parêzer çawa 12 salan nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin?
25 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
Her wiha hevdîtinên bi malbat û vasî re tên astengkirin û rê nadin amûrên ragihandinê. Em parêzer niha nizanin bê ka di kîjan mercan de dimîne. Lê tam di erefeya hilbijartinê de ev nîqaş tên kirin. Ev nîqaş bi niyetên xerab tên kirin. Divê ji ewil em vê yekê biparêzin; em neçarin ku maf û azadiyên em ji bo xwe dixwazin divê em ji bo hikûmxwaran jî bixwazin. Heke ez bikevim nava nîqaşên AKP’ê yên têkildarî hevdîtinê, wê demê dê bibim parçeyeke armanca wan. Ev 25 meh in tu agahî jê nayên girtin. Muxatabên wan malbat û parêzer in. Ew jî dibêjin ‘agahî jê nayên girtin.’ Divê mirov wan referans bigire. Divê em ji îktîdarê bixwazin ku di çarçoveya qanûnan de deriyan veke. Heke bixwazin bê ka di van mijaran de çawa difikire, wê demê divê ev wiha be. Em nizanin bê ka hevdîtin çêbûye yan na.”