'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'

img
AMED - Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mehmet Nûrî Ozdemîr, diyar kir ku tifaqa bi HUDA PAR'ê re ku "aqilê dewletê" ye, ji bo qelskirina siyaseta kurd hatiye kirin û got: "Ev yek di ser partiyên kurdî re dihat kirin, lê encam negirtin. Dê ji niha û pê ve jî encamê negirin." 
 
Tifaqa Cumhûrê ku ji AKP, MHP, HUDA PAR, Partiya Yenîden Refahê û BBP'ê pêk tê û polîtîkayên dijminatiya kurdan dikin esas digire, hem di hilbijartina serokkomariyê de bi ser ket hem jî piraniya meclisê ji wan pêk tê. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku di hilbijartina bi pergaleke otorîter û hêza dewletê hat kirin de bi ser ket, li her qadê kurdan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk hedef girt. 
 
AKP ku kurdan hedef digire, li xwe mikur hat ku tifqaên di bin navê hilbijartinê de jî li ser vî esasî ava kiriye. Herî dawî Suleyman Soylû ku di hilbijartina dawî de wekî parlementer hat hilbijartin lê hê jî dest ji Wezîrtiya Karên Navxweyî bernedaye, got ku tifaqa bi HUDA PAR'ê re tifaqeke "aqilê dewletê" ye û pêngaveke stratejîk e. 
 
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mehmet Nûrî Ozdemîr ev tifaqa ku "aqilê dewletê" ye nirxand. 
 
DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN
 
Ozdemîr anî ziman ku hilbijartin di şert û mercên awarte de hatine kirin û got ku AKP'ê beriya hilbijartinê amûrên çewisandinê hemûyan xistiye dewrê. Ozdemîr destnîşan kir ku desthilatê bi zimanê netewperest jî çewisandin gurtir kirine. 
 
Ozdemîr bi lêv kir ku hem hilbijartina parlamenteriyê hem jî her du tûrên hilbijartina serokkomariyê di şert û mercên adil de nehatine kirin û wiha pê de çû: "Siyaseta AKP'ê kurdan, meseleya kurd û siyaseta kurd wekî dijmin da der û bi muxalefetê re ket nava hevrikiyeke siyasî. Lîstik ev bû. Derdê civakê kar, xwarin, xizanî û aştî ye, lê li hemberî vê helwesteke baş nehat pêşxistin. Zimanê me jî siyaseteke ji bo şikandina vê polîtîkayê ye. Em jî car caran qels man. Di pêvajoya hilbijartinê de, di hilbijartinê de û piştî hilbijartinê mudaxileyî me kirin. Operasyonên binçavkirinê yên li hemberî hevalên me, doza girtinê ya HDP'ê û bi partiyeke nû re daxilbûna nava hilbijartinê û bi awayekî giştî helwesta çapemeniyê ya li hemberî me hemû mudaxileyên hilbijartinê bûn." 
 
Ozdemîr destnîşan kir ku bi netewperestiya hatiye afirandin pirsgirêkên sereke yên civakê hatine paşguhkirin û got: "Netewperestî enerjiyeke cuda diafirîne. Yanî hûn ya heyî nabînin. Gava em li cîhanê li mînakên netewperestiyê mêze dikin, em dibînin ku civak ji pirsgirêkên sereke tê dûrxistin. Ger netewperestî gur bibe dê çareserkirina meseleya kurd jî zehmet bibe. Gava rêveberî, qanûnçêkerî û daraz di destê kesekî tenê de bin, ev dê bibe sedema ku rejîma hinekî din jî temenê xwe dirêj bike. Her wiha ev dê bibe sedema ku Tirkiyeyê veguhere civakeke girtî."
 
SIYASETA DI SALÊN 90'Î DE DEST PÊ KIRIYE
 
Ozdemîr têkildarî rexneyên li Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê hatine kirin ku çima bi lîsteyekê daxilî hilbijartinê nebûye û ji bo serokkomariyê namzetî daneniye jî got: "Siyaseta me ya tifaqê, siyaseteke rêgezî ye. Ev siyaset ji salên 90'î ve siyaseteke ku çepa tirk bi tevgera kurd re hereket dike. Îro çend aliyên wê yên kulek hebin jî, siyaseteke stratejîk e. Bi awayekî stratejîk rast e, lê pratîkên wê yên qels jî çêbûn. Di vî warî de hem kêmasiyên me jî yên pêkhateyên din ên tifaqê çêbûn. Lê gava em bi awayekî giştî lê binerin, şîroveya şexsî ev e; Ger me Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadiyê li qadê hinekî din jî organîze bikira, me yê encamên hîn baştir bi dest bixistana. Gava em tevî rayên TÎP'ê esas bigirin ji sedî 1 ray kêm bûne. Di warê namzetên Serokkomariyê de jî me diyar kir ku em bibiryar in piştgiriya kesekî ku karibe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, bikin. Lê ger ev pêk neyê, em ê namzetên xwe nîşan bidin. Me ewilî plan kir ku em nazmetê xwe nîşan bidin, lê bi pêvajoya erdhejê re hin tişt guherîn." 
 
Ozdemîr destnîşan kir ku siyaseta ku AKP dimeşîne, ew siyaset e ku li ku derê destkeftiyeke kurdan hebe hewl bide wê ji holê rake û got: "Lê wê gelê kurd dest ji têkoşîna xwe bernede." 
 
'DÊ ENCAM NEGIRE'
 
Ozdemîr, bal kişand ser şîroveya Soylû ya der barê HUDA Parê jî ku gotibû ev tifaq "aqilê dewletê" ye û got: "Berê jî hem bi aqilê AKP'ê hem jî bi aqilê dewletê hin pêngavên ji bo qelskirina kurdan an jî tevgera siyasî ya kurd çêbûbûn. Ev yek berê di ser partiyên kurdî re dihat kirin, lê encam negirtin. Dê ji niha û pê ve jî encamê negirin."
 
MA / Cengîz Ozbasar