AMED- Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşeke bi meşale li dar xistin. 
	Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Taxa Şeyhşamîl a navçeya Rezanê ya Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşeke bi meşale li dar xistin. Ciwanan li ber defê dirûşmeya "Em ê tecrîdê bişikînin" berz kirin.
	Ciwanan piştî belavkirina belavokan, çûn buroya hilbijartinê û li vir govend gerandin. 
								



