Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!

  • ciwan
  • 09:29 7 Gulan 2023
  • |
img
HATAY - Li Hatayê ciwanên ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bînin, anîn ziman ku divê desthilat biguhere û gotin ku ji bo vê jî ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Li Hatayê ku bandoreke mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê girt, ciwanên ku dê cara ewil biçin ser sindoqan diyar kirin ku ew doza guherînê dikin û gotin ku ji ber vê ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
CIWAN GUHERÎNÊ DIXWAZIN
 
Sercan Bayat, bilêv kir ku ji bo azadî, wekhevî û mafên wan dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û di hilbijartin serokkomariyê de jî dê dengê xwe bide Kemal Kiliçdaroglû. Bayat ji bo ciwanên ku dê cara ewil biçin ser sindoqan got: "Ji bo azadiyê, ji bo perwerdehiyeke baş, ji bo azadiya çapemeniyê, ji bo jiyaneke hîn xweştir dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." 
 
Ji ciwanên Samandagiyê Yakûp Mûtlû jî got ku tercîha wî Partiya Çepên Kesk e. Mûtlû bilêv kir ku ji bo zanîngehên baş, ji bo xurtbûna aboriyê, ji bo azadiya jinan ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Mûtlû wiha bang li ciwanan kir: "Bang li ciwanan dikim ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." 
 
CIWAN BI FIKAR IN
 
Li navçeya Antakyayê Melîs Goruroglû jî destnîşan kir ku ciwan dê xwedî li dengên xwe derkevin û got: "Em diçin zanîngehê, lê şert û mercên me ne wekhev in. Ji bo siberojê fikarên me hene. Gelek ciwan betal in, her wiha em nikarin fikirên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Em welatekî aram dixwazin." 
 
Goruoglûyê diyar kir ku dê di hilbijartinên serokkomariyê de terciha wê Kemal Kiliçdaroglû be û di ya parlementeriyê de jî dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. 
 
'DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE'
 
Ji ciwanên Antakyayê Mûhammed Gunduz jî destnîşan kir ku ew doza jiyaneke mirovane dikin. Gunduz bilêv kir ku ew ê cara ewil biçe ser sindoqê û got ku dê di ji bo serokkomariyê dengê xwe bide Kemal Kiliçdaroglû û got: "Partiya ku niha desthilat e beriya erdhejê û piştî erdhejê qet nehat cem me. Dest ji piştgiriyê berde, li hember me sekinî. Em mexdûrên erdhejê ne, rabû heqaret li me kir." 
 
Gunduz diyar kir ku di hilbijartinên parlementeriyê de tercîha wî Partiya Çepên Kesk e û got: "Ez li vir im, li Serînyolê me. Ji roja erdhej çêbûye heya niha ew li cem me ne. Me li vir ji xeynî wan kesên din nedît. Lewma ez ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." 
 
MA / Mujdat Can