Kepçe ketin Birca Belek

  • rojane
  • 12:44 31 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li Birca Belek ku dîroka wê digihe 6 hezar salan a li Cizîrê bi kepçeyan xebatên restorasyonê dest pê kirin. Sîcîla şîrketa ku îhale dane wê nebaş e.
 
Kepçe ketin Birca Belek a dîrokî ya li navçeya Cizîra Şirnexê. Ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di bin navê “peyzajê” de li Bîrca Belek û derdora wê xebatên restorasyonê hatin destpêkirin. 
 
Birca Belek ku xwedî dîrokeke 6 hezar salane malovanî ji Qraltiyên Gûtî, Med, Asûr û Mîrtiya Botanê kir. Ji aliyê Osmanî û Tirkiyeyê ve demekî dirêj weke baregehên eskerî hat bikaranîn. Li Birca Belek a eskeran di sala 2010’an de vala kir, ji aliyê Qeymeqamtiya Cizîrê ve hat tamîrkirin. 
 
MAŞÎNEYÊN KAR ÊN GIRAN LI BIRCA BELEK IN
 
Vê carê jî li Birca Belek ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyên Wezareta Çand û Tûrîzmê ve xebatên restorasyonê hatin destpêkirin. Wezaretê îhaleya restorasyonê da Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli. Dîwarên li derdora Birca Belek hatin çêkirin ku di meha Hezîranê de bi hezaran lîre lê hatin xerckirin, bi kepçeyan hatin hilweşandin. Hat diyarkirin ku wê wezaret jî li vir dîwar çêbike. 
 
Li aliyê din dîwarên keleha dîrokî ku maşîneyên kar ên giran tê de dixebitin, bi xetereya hilweşînê re rûbirû ne. Di tabelaya îhaleyê de hat diyarkirin ku xebatên restorasyonê yên Keleha Birca Belek wê heta Sibata 2023’yan bidome. Balkêşe ku malîyeta îhaleya restorasyonê li tabelayê nehatiye nivîsîn. 
 
ÎHALE DAN ŞÎRKETA KU TÊ ZANÎN
 
Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli ya îhale wergirt di sala 1983’yan de ji aliyê Cahît Zeydanli ve hat avakirin. Zeydanli, di sala 1994’an de şîrketa Înşaet Proje ya Kartalkaya ava kir û xebatên xwe yên di sektora înşaetê de berdewam dike. Fîrmaya Zeydanli ku li bajarên weke Bedlîs, Wan, Mûş, Amed, Riha, Dersim, Amasya, Agirî, Nîgde û Şirnexê xebatên xwe didomîne heta niha 25 îhaleyên cemaweriyê yên mezin ên weke bendav, rêyên ewlehiyê û restorasyonê girtine. 
 
Hin îhaleyên Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli wergirtine wiha ne: 
 
“* Meydan - Geyikpinar (13-75) Xebatên çêkirina rêya ewlehiyê. 
 
 
* Karê înşaetên bendavên Çocûktepe û Golgelî yên li Colemêrgê
 
* Xebatên restorasyon û peyzajê yên Muzeya Dêrsimê, avahiyên Îçkaleya Amedê (Muzeya Ataturkê, avahiyên girtîgeh û cendermeyên kevin) û restorekirina sûrên Îçkaleyê. 
 
* Restorasyon û peyzaja Qesra Îshakpaşa
 
 

LÊGERÎN

Ji bo 835encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

15:40 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat ki
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye