AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin

  • rojane
  • 09:02 16 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - AYM'ê biryar da ku mafê hilbijartinê yê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag hatiye binpêkirin. 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag beriya bê hilbijartin û parlemneter di 13'ê Sibata 2012'an de li Edeneyê çûbû ser gora endama Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Yasemîn Çîftçî û ew bibîr anîbû. Yuksekdag piştî hatibû hilbijartin û bûbû parlementer ji ber vê hatibû darizandin û bi cezayê lê hatibû birîn parlementeriya wê hatibû betalkirin.
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) destnîşan kir ku mafê hilbijartinê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag hatiye binpêkirin. AYM'ê di biryara xwe de diyar kiriye ku piştî Yuksekdag bûye parlementer darizandina wê dewam kiriye, lê belê ev binpêkirina mafê parêzbendiyê ye û bi vî awayî xebatên wê yên hilbijartinê û siyasî hatine astengkirin. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Edeneyê di 27'ê Mijdara 2013'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 10 meh ceza li Yuksekdag birîbû û gava ev ceza li temyîzê bû Yuksekdagê di 1'ê Mijdara 2015'an de bûbû parlementera Wanê. Piştî Yuksekdagê bûbû parlementera Wanê Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind jî di 22'yê Îlona 2016'an de cezayê lê hatibû birîn pesend kiribû. 
 
AYM'ê di biryara xwe de bal kişandiye ser xala 83'yan a Qanûna Destûra Bingehîn û diyar kiriye ku kesekî/e ku piştî bibe endama Meclisê beriya hilbijartinê an jî piştî hilbijartinê bi tu sûcî nayê tawanbarkirin û nakeve ber lêpirsînê. AYM'ê diyar kiriye ku lewma domandina darizandina Yuksekdag binpêkirina mafê hilbijartinê û xebatin hilbijartinê û siyasî ye. 
 
Her wiha AYM'ê biryar daye ku ji ber vê binpêkirina mafan 30 hezar TL tazmînata manewî bê dayîn. 

LÊGERÎN

Ji bo 838encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye HATE NÛKIRIN
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye