Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin

  • rojane
  • 12:47 20 Mijdar 2023
  • |
AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê dest ji nêzîkatiya înkarker bê berdan û got: “Beriya her tiştî hûn ê tecrîda mutleq a li ser Ocalan ku gelê kurd weke vîna xwe dibîne rakin.”
 
1’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Agiriyê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan hate lidarxistin. Kongreya li eywaneke dawetê ya li navenda bajêr hate lidarxistin, bi xwendina raporan dest pê kir. 
 
‘KESÊN HÊSIRÊN ÇAVAN DIRIJÎNIN LI ROJAVA ZAROKAN QETIL DIKIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreye de axivî, bal kişand ku Rojhilata Navîn bûye qadeke mezin a şer û pevçûnan û wiha got: “Ev şer û pevçûn bandorê li me kurdan jî dikin. Kesên ji bo Filistînê rondikên çavan ên derew dibarînin, dibêjin ummet, îslam û xwişk û birayên me û cîhanê radikin ser piyan, li Rojava zarokên me qetil dikin, jinan qetil dikin, qadên wan ên jiyanê qetil dikin. Roj nîne ku li Rojava bombeyan li ser serê gelê me nabîrinin. Ev çi nîşanî me dide? Vê desthilatê careke din danî holê ku ne ji gel e, li dijî kurd e.”
 
‘DIVÊ EM POLÎTÎKAYA DURÛ TEŞHÎR BIKIN’ 
 
Bakirhan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Heke hûn îslam bin em jî perçeyekî îslamê, heke mirovahî be mirovahiya herî mezin a vê erdnîgariyê gelê kurd kir. Mafê me heye em ji Agiriyê ji kesên ji Filistînê re azadiyê dixwazin re pirsa ‘hûn ji bo kurdan ji bombeyan û girtîgehan zêdetir çi dixwazin?’ bikin. Hûn çima ji gelê kurd re aştiyê naxwazin? Em bi teşhîrkirina polîtîkayên van ên durû dikarin van têk bibin. Heta ku em bêdeng bimînin, vê polîtîkaya durû teşhîr nekin, em bi zêdetir bedel dayînê re, zext û zorê re û bi tunebûnê re rûbirû ne. 
 
EM VÊ FERASETÊ QEBÛL NAKIN  
 
Sed sal in bi ser Komarê re derbas bûn. Karaktera bingehîn a komarê li ser dijberiya kurd û tifaq û înkara kurd tê avakirin. Sedemê darvekirina Şêx Seîd û Seyît Rizayan jî ev bû. Bi ser de çûna Serhildana Agiriyê jî ev bû. Ji bo ku komkujiyên nû çênebibin em di sedsala Komarê ya duyemîn de hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Feraseta ku me hemwelatiyên wekhev nahesibîne, nêviyên Ehmedê Xanê û Şêx Seîd tirk dihesibîne qebûl nakin. Gelê Agiriyê dê dengê xwe bide feraseta AKP’ê ya wijdana wê neyî?
 
DIXWAZIN BAJARÊN KURDAN BÊ MIROV BIHÊLIN  
 
Me gelek bedel dan, ciwanên xwe winda kirin, heta duh jî zozanên me qedexe bûn. Ji bo ku me tune bihesibînin û asîmîle bikin her cure polîtîka ceribandin. Herî dawî jî hewl dan me bi aboriyê terbiye bikin. Heke me weke xwişk û birayên xwe dibînin çima zêdetirî 55 hezaran ciwanan me li Meksîka û Amerîkayê ne? Çima trabzonû û rizayî bi girseyî koçî Kanadayê nakin, ciwanên kurd koç dikin? Ev di encama polîtîkayeke zanebûne. Dixwazin bajarên kurdan bê mirov bin û ciwan nemînin. Divê li dijî van polîtîkayên qirêj ji her demê bêhtir em bi rêxistin bibin. Em ê bêhtir li dijî vê faşîzmê li ser piyan bin.
 
HÛN Ê TECRÎDA LI SER OCALAN RAKIN 
 
Ji me re dibêjin kurd çi dixwazin? Difikirin ku dê pirsgirêka kurd bi dagirtina girtîgehan çareser bikin. Difikirin ku dê navê Ehmedê Xanî bi bîr bînin û bi guhertina navê wî ya cade û kolanan pirsgirêka kurd çareser bikin. Difikirin ku kesên pêşeroja we talan dikin, qeyûmên tayînî şaredariyan dikin çareser kirine. Na pirsgirêka kurd nehate çareserkirin. Lê pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin. Di serî de hûn ê dest ji vê nêzîkatiya înkarker berdin. Beriya her tiştî hûn ê tecrîda mutleq a li ser Ocalan ku gelê kurd weke vîna xwe û di çareseriyê de aktorê sereke dibîne rakin. Kurd dizanin çi dixwazin. Rêya me dirêj e em di pêvajoyeke zehmet a ku gelek kedê bidin de derbas dibin. 
 
HÛN Ê STATUYA KURDAN NAS BIKIN 
 
Tirkiye dikare bi awayekî hesan ji krîzên em qala wan dikin xelas bibe. Dê statuya kurdan nas bike, dê bi feraseteke çareseriyê nêzîk bibe, qeyûm tayînî vîna kurdan neyê kirin, dest ji girtiyên siyasî berde, girtîgehan vala bike, qanûna têkoşîna bi terorê re biguherînin. Kesên dibêjin bila kurd wekhev bin maf û hiqûqa wan hebe jî tên girtin. Ji ber vê yekê li dijî vê pergalê  ji her demê bêhtir peywîr û berpirsyartî dikeve li ser milê me. Hûn gelê Agiriyê yê têkoşîn nîşanî me dayî ji her demê bêhtir dikarin bibin yek û lîstika van talankeran pûç bikin. 
 
Îro eger kurd tevî hemû zextan karibin salonan dagirin, eger karibin xwe û gelên li Rojava bi feraseteke xwerêveberiyê ya dikare ji cîhanê re bibe mînak bi hev re bi rê ve bibin, wê li Tirkiyeyê jî demokrasî bi ser bikeve. Zîhniyeta ku ji me re dibêje em tirk in wê bi gotina, ‘Em Kurd in, mirov in, demokrat in, em tenê dixwazin bibin xwedî mafên wekhev' bersiv jê re bê dayîn.
 
XWEDÎ LI GELÊ XWE Û BAJARÊ XWE DERKEVIN 
 
Di serdema pêşiya me de hilbijartin tên. Em ê bi van kongreyan hilbijartinan xurttir pêşwazî bikin. Em ê mirovên ruh û rûmeta xwe firotine nedin hilbijartin. Şûna wê em ê rêveberiyên ji zarokên me, xem û fikara wan kurd be, ji nava we derketine, ji we re rêzê bigire, hurmetê bigire, çavkaniyên şaredariyan weke herkesê parve bikin hilbijêrin. Ev êdî bû deynê stûyê me. Xwedî li partiya xwe, rêxistina xwe, pêşeroja gelê Agiriyê derkevin. Em nehêlin ku Agirî bikeve destê derewker û dizan. Em hêviya kurdan, kedkaran û xizanan pûç nekin.”
 
HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN 
 
Dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” , “Jin jiyan azadî” û “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di kongreya ku bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin de Ûmût Dogrûer û Ayşe Karakûş weke Hevserokên HDP’a Agiriyê hatin hilbijartin.