Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
- rojane
- 09:53 05/3
Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.
Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."
Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."
Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê dest ji nêzîkatiya înkarker bê berdan û got: “Beriya her tiştî hûn ê tecrîda mutleq a li ser Ocalan ku gelê kurd weke vîna xwe dibîne rakin.”
Tevî binçavkirin, dorpêç û rewşa xerab a hewayî jî Meşvanên Azadiyê xwe gihandin Gemlîkê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di “Meşa Azadiyê” de axivî û têkildarî pirsgirêka kurd û tecrîdê wiha got: “Werin em vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin.”
Welatiyên ku di çarçoveya “Meşa Azadiyê” de gihiştin Gemlîkê, di ketina navçeyê de hatin sekinandin. Tevî hewayê sar û baranê jî welatiyan govend gerandin û li benda derbasbûnê ne.
Welatiyên ku ji bo Meşa Azadiyê li gelek noqteyên Stenbolê hatin gel hev, tevî rewşa xerab a hewayî jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.
Welatiyên ku tev li Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê lidarxistin bûn, li Îzmîr û Eskîşehîrê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê.
Baskê Meşa Azadiyê ya ber bi Gemlîkê ve ku bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê lidarxistin, li Enqereyê dest pê kir.
Nûnerên Partiyên siyasî ku ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin, destnîşan kirin ku pêkanînên antîdemokratîk ên tên kirin rasterast girêdayî tecrîda Îmraliyê ne.
Koma Meclisê ya HEDEP’ê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û got: “Divê komîsyon tavilê biçe serdana Girava Îmraliyê.”
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 32 meh in tu agahiyan jê nagirin û ji bo 6 mehan cezayeke nû yê hevdîtina bi parêzeran re lê hatiye birîn, serlêdan kirin.
Hevserokên HDP’a Stenbolê banga beşdariya “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlikê ve kirin û gotin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîstî bi azadiya Abdullah Ocalan heye.
Îsal dê careke din ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin.
Welatiyên beşdarî konferansa DBP’ê bûn banga tevlibûna Meşa Gemlîkê ya dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin kirin û gotin: “Ev meş meşa azadiyê ya kurdan e. Werin em berê xwe bidin Gemlîkê û bimeşin Îmraliyê. Divê tecrîd bê rakirin, Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku wê gelê kurd serî netewîne û ev tişt got: “Çareseriya Pirsgirêka Kurd diyalog e û navnîşan jî li Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan e.”