WAN - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê 34 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Ev yek fikarên mezin li raya giştî peyda kirine.
Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendan li cîhanê li dijî tecrîda li Îmraliyê ku bûye pirsgirêkeke cîhanî hat destpêkirin, dewam dike. Her wiha di çarçoveya kampanyayê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a ji aliyê bi hezaran girtiyan ve di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin jî didome. Malbatên girtiyan jî li Wan, Amed, Mêrsîn, Cizîr û Stenbolê bi çalakiya "Nobeda Edaletê" beşdarî kampanyayê bûn. Her wiha rewşenbîr, nivîskar, derhêner, lîstikvan, hunermend û muzîkjen jî di nav de bi sedan nivîskar di 7'ê Çileyê de li Stenbol û Amedê bi navê "Em ji bo aştiyê bibin dengek" deklarasyonek belav kirin û daxwazên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê anîn ziman.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Sînan Çîftyûrek, tecrîda li Îmraliyê û kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.
DAXWAZA KURDAN A JI BO STATUYÊ
Çîftyûrek diyar kir ku di sedsala 21'ê de kurd û Kurdistan tên înkarkirin û niha kurd statuyê dixwazin. Çîftyûrek anî ziman ku dewlet û desthilatdariya heyî li hemberî kurdan xwe li nedîtin, nebihstin û kerîtiyê datînin û got: “Eger li vî welatî pirsgirêka kurd û Kurdistanê tune be, ev sed sal in dewlet bi kê re şer dike? Pirsgirêka kurd heta îro bi polîtîkaya înkarkirinê tê meşandin. Eger pirsgirêka kurd tune be, çima bi hezaran girtiyên kurd ên siyasî di girtîgehan de ne? Çima Dayikên Aştiyê her tim aştiyê dixwazin? Hemû gelên cîhanê dizanin ku ev pirsgirêk ne ‘terorîzm’ e, meseleya azadiyê ye."
ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK
Çîftyûrek gotinên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ên "Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e" bi bîr xistin û got: "Saziyên desthilatdar û rêveberên kurdan û rayedarên dewletê ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane çareser bikin dem bi dem li dor maseyê rûniştin. Ji ber vê yekê pirsgirêka kurd heye. Ev pirsgirêk bi înkarkirinê çareser nabe. Divê bi awayekî vekirî û zelal çareser bibe. Kurd îro statuyê dixwazin û daxwaza wan mafê herî xwezayî û bingehîn e. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê dewlet beriya her tiştî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aktorên din re biaxive û pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike."
‘DEWLET JI OCALAN DITIRSE'
Çîftyûrek destnîşan kir ku divê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin û got: “Îro bi milyonan kes bi fikrên Ocalan bawer dikin. Ev bi milyonan mirov rewşa serokên xwe meraq dikin. Lê îro dewlet ji Ocalan ditirse. Ji ber vê yekê jî hewl dide danûstandinê qut bike. Tirseke din a dewletê jî ew e ku naxwaze pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe."
‘DIVÊ DAXWAZ BI CIH BÊN'
Dünya çapında İmralı tecridine karşı ve Abdullah Öcalan’ın özgürlüğü talebiyle eylem ve etkinliklerin gerçekleştirildiğini ifade eden Çiftyürek, başta açlık grevinde olan tutsaklar olmak üzere dünyanın dört bir yanından yüklesen bu taleplerin karşılanması gerektiğinin altını çizdi.
Çîftyûrek diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê çalakî tên lidarxistin û got ku divê ev daxwazên ji çar aliyê cîhanê esas bên girtin.
Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive.