STENBOL - Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komployeke navnetewî anîn Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û 25 sal in li vir di bin tecrîdeke giran de ye, 36 meh in agahî jê nayê wergirtin. Serlêdanên malbat û parêzer li dijî rewşa agahînegirtina mutleq dikin an bi cezayên “disîplînê” yên sîstematîk tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Li dijî agahînegirtina mûtleq bêdengiya saziyên navnetewî berdewam dike, kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku kurdan û dostên wan di 10’ê cotmeha 2023’yan de dabû destpêkirin, veguhestin asta wê ya duyemîn.
Di çarçoveya kampanyayê de herî dawî şandeya “Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên Li Dijî Tecrîdê” ku 12 parêzerên ji Swêd, Efrîkaya Başûr, Îspanya, Îtalya û Norveçê di nav de cih digirtin li Tirkiyeyê û Kurdistanê hin rêze serdan kirin. Parêzerê îtalî Nicola Giudice yê di nav delegasyonê de cih digire, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û hewldanên delegasyonê nirxandin kirin.
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ JI BINPÊKIRINÊ WÊDETIR E’
Giudice, anî ziman ku salên beriya niha jî ji bo li Tirkiyeyê çavdêriya bêhiqûqiyên ku parêzer pê re rûbirû dimînin û serdemên hilbijartinê serdana Tirkiyeyê kiribûn û diyar kir ku di warî de şensek dît ku gelek çavdêriya bêhiqûqî û binpêkirinên mafan ên li welat diqewimin bike. Giudice destnîşan kir ku di nav binpêkirinên mafan ên şahidî jê re kiriye tecrîda li Îmraliyê ji binpêkirinê wêdetir e û diyar kir ku ji ber vê yekê îzahateke hiqûqî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê nîne. Giudice wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke çavdêr gelek binpêkirinan dibînin û dibihîsin, teqez tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdeke hiqûqî ye pirsgirêkeke polîtîke. Tecrîd kirin pratîkeke serweriyê ye, îzolekirina dijminên xwe yên polîtîk e. Kesên ku weke dijminên polîtîk diyar dikin, bi îzolekirinê hedef dikin ku ji holê rakin. Ev ne rewşeke hiqûqî an jî legal e, teqez rewşeke polîtîk e. Kesên serwer di bin navê pirsgirêka ewlehiyê de pêvajoyên hiqûqî û qanûnî disekinînin û ji bo ‘berjewendiyên dewletan’ mafan taloq dikin.”
‘DIYALOG DÊ RAGEŞIYÊ KÊM BIKE’
Giudice, anî ziman ku têkildarî meseleya kurd xwediyê gelek agahiyan e û îşaret kir ku neçareserî rast e rast bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê re têkildar e û ev tişt gotin: “Teqez di nava azadiya Ocalan û çareseriyê de têkiliyek heye, ji ber ku ev meseleyeke polîtîk e. Her tiştê ku di nava aktoran de temasê zêde bike, têkiliyê deyne dê tevkariyeke erênî bike. Di pêvajoya çareseriyê ya di nava salên 2013 û 2015’an de li welatê we hin tişt ber bi başiyê ve çûn. Rakirina tecrîdê û pêkanîna diyalogê dê teqez bandoreke erênî bike û rageşiyê kêmtir bike. Ev dibe ku ji bo çareseriya meseleya kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gava yekemîn be. Pêvajoya çareseriyê pêdivî bi diyalogê dibe û rewşa tecrîdê ya bêhiqûqî ya niha tevî rewşa polîtîk jî pêk nayê. Ev rewşa bêhiqûqî bi rewşa polîtîk re eleqedar e. Di heman demê de ji çarçoveya siyasî wêdetir, mafên takekesî yên Ocalan tên binpêkirin.”
HEWLDANÊN WÎ YÊN DI PÊVAJOYA KOMPLOYÊ DE
Giudiçe, da zanîn ku Abdullah Ocalan cara ewil bi pêvajoya komploya navnetewî re nas kiriye û ji ber wê demê Îtalya di nava komployê de bû ketiye nava gelek hewldanên hiqûqî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salên 90’î de derfetên min ên hevdîtina bi Ocalan re çênebûn, lê belê bi hevalên xwe yên parêzer ku pêvajoya li Îtalyayê dişopandin re ji nêz ve têkiliyeke min hebû. Piştî ku Ocalan hate girtin bi Baroya Palermoyê re ji bo ku di vê mijarê de zanebûnê zêde bikim gelek xebat li dar xistin, ji ber ku rola Îtalyayê ya di pêvajoya komplo û girtina Ocalan de zêde bû û diviyabû ev hatibûya vegotin. Di dema komployê de di pêvajoya vîzeyê ya ji Îtalyayê re bi Ocalan re ne di têkiliyê de bûm lê kesê ev pêvajo dimeşand hevalê min ê parêzer bû.”
‘JI BO KU EM ZEXTEKE SIYASÎ BIKIN EM Ê BIKEVIN NAVA HEWLDANAN’
Giudice, destnîşan kir ku weke endamên delegasyonê piştî vegera welatên xwe di serî de tecrîd têkildarî bêhiqûqiyên ku çavdêriya wan kirine dê ji saziyên pêwendîdar re ragihînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema em vegeriyan welatên xwe ez û endamên me yên delegasyonê her tiştê ku me li vir dît û bihîst em ê belav bikin û ragihînin. Bi taybetî jî derbarê tecrîd, îşkence û zextên li girtîgehan em ê li saziyên xwe zextê bikin. Ya girîngtir jî ew e ku divê ev pirsgirêk ne weke pirsgirêkeke hiqûqî an jî qanûnî weke pirsgirêkeke polîtîk were zanîn û li gorî vê were tevgerîn. Heke pirsgirêkeke hiqûqî hebûya em da li gorî vê tevgeriyabûna lê pirsgirêkeke polîtîk e. Di vê çarçoveyê de ji bo ku zexta polîtîk li ser saziyên me bikin em ê bikevin nava hewldanê. Dewleta tirk niha li Rojhilata Navîn aktoreke bixeter e û rewşa heyî ya jeopolîtîk herî zêde bandorê li zextên siyasî yên dikarin bên kirin dike.”
MA / Îbrahîm Irmak