Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê

  • rojane
  • 09:00 30 Hezîran 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Girtî Lokman Acar ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubinê tê girtin di encama îşkenceyê de têlên diranên wî hatin qetandin. Acar 9 meh in ji girtîgeha ku lê tê ragirtin nabin nexweşxaneyê û ji ber têlên ku şikestine nikare xwarinê bixwe.
 
Di girtîgehên Tirkiyeyê zext, êriş û gefên li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyên ku ji her mafên xwe bêpar tên hiştin bi pergaleke îşkenceyê re rû bi rû ne. Zêdeyî bi hezaran girtiyên nexweş ên li girtîgehan nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû mane.
 
Tenzîle Acar ya ku di sala 2017’an de li Stenbolê hat binçavkirin û girtin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, li girtîgehê teşhîsa Hepatît B lê hat kirin. Acar ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire niha di çalakiyê de ye. Mamê Acar, Lokman Acar jî di girtîgeha Tîpa T'yê ya Qubîna Êlihê de tê ragirtin. Di encama îşkenceyê de têlên di diranên wî de hatine qetandin. Ev têl zirarê dide devê wî û li ber xwarina wî dibe asteng. Acar her çendî daxwaza birina nexweşxaneyê bike jî nabin nexweşxaneyê. Acar ê ku di devê wî de birîn çêbûne nikare xwarinê bixwe û roj bi roj zeîf dibe. Xwişka wî Nebiha Acar a ku 27'ê hezîranê çûye hevdîtinê, der barê rewşa birayê xwe Lokman Acar û xwarziya xwe Tenzîle Acar de axivî. 
 
'4 MEHIN NABIN NEXWEŞXANEYÊ Û NIKARE XWARINÊ BIXWE'
 
 
Nebiha Acar anî ziman ku ev 9 mehin ku birayê wê ji ber ku têla diranê wî hatiye şikandin nikare xwarinê bixwe û wiha axivî: "Li vî welatî ne heq, ne hiqûq û ne jî edalet heye. 9 meh in bê sûc di girtîgehê de ye. Tu sûcê wî jî nedîtinê ku bejin te ev sûc kiriyê. Bavê wî nexweş bû ji ber wê jî nedikarî biçe cihekî û li cihekî bimîne. 9 meh in ne mahkeme ne jî dibin nexweşxanê. Di diranê wî de pirsgirêk heye. Nikariyê xwarinê bixwe. 4 meh in daxwaznamê nivisiyê jî hê nebirinê nexweşxanê. Tevî ku di hûndirê girtîgehê de bijîşkê revîrê heye jî nebirinê cem bijîşk. Ji min re got bizanebûn me nabinê nexweşxanê. Dixwazinê me bi awayekî bidin kuştin. Banga me ji kesên dibêjin em mafê mirovan diparêzin û reyedarên dewletê ev ê ku edî bes e. Bila vê îşkencê zarokên me nekin. Her roj cenazê ji ser me da tên. Edî bes e. Em vê mirinê naxwazin. Dayik mirina tu kesekî naxwazin. Dayikan zarok ne ji bo mirinê ji bo jiyanê anîne dinyayê. Lê her tim çavê dayikên kurdan bi hêsir in. Banga me ev ê ku çareseriyek bê dîtin. Bi kuştin û îşkenceyê çareserî nabe. Em edalet, wekhevî û aştiyê dixwazin.  Em dibêjin em kürdin. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe li welatê xwe bijîn." 
 
'POŞMANTIYÊ FERZ DIKIN'
 
Acar bi lêv kir ku bi îşkenceyê dixwazin ku ferzkirina poşmantiyê qebûl bikin û wiha got: "Di diranên wî de têl hebûn. Ji ber ku wan bi lêdanê telên di diranên wî de ne şikandinê nikariyê nan bixwe. Çend meh berê çû bû nexweşxanê bijîşk jê re gotibû divê tu biçê nexweşxaneya Amedê lê rêveberiya girtîgehê destûr nade. Nabin bijîşkê revîrê jî. Bi van îşkenceyê dixwazin poşmantiyê li ser wan ferz bikin. Lê tevî van zext û tundiyan jî ev poşmantiyê qebûl nakin. Yên ku ji xwe re dibêjin em mirovin bila mafê girtiyan bipirsin." 
 
BIRAZIYA WÊ JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE 
 
Nebîha Acar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa biraziya xwe Tenzîle Acar a ku niha di çalakiyê de ye û da zanîn ku daxwaza wan daxwaza tevahiya gelen azadixwaze û ev tişt got: "Tenzileyê bi deste kelemçê kirî dibin nexweşxanê ew jî vê yekê qebûl nake. Jixwe dermanên wî jî nadinê. Ev 3 meh in jî ne derketiyê hevdîtinê û ne jî haya me jê heye. Em herî dawî beriya cejna remazanê jê re axivîn. Em hevî dikin yên ku mafê mirovan diparêzin mafê girtiyan bipirsin. Edî bes e. Zarokên me di bin îşkenceyê de kuştin.Daxwaza girtiyan ev ê ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam bike wê çalakiya xwe bidomînin. Tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalantê meşandin. Li ser hemû welatiyan tecrîd heye. Li ser sewalên me jî tecrîd heye. Çiyayên me qedexe dikin dişewitînin. Yanî tecrîd li ser tevahiya welat heye. Doza girtiyan jî ev ê ku ev tecrîd bê rakirin. Doza wan dozeke mirovî, wicdanî, însanî û edaleteyê. Çi bikin jî ev ji doza xwe paş de gav navejin. Heta dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê jî li pêy doza zarokên xwe û girtiyên xwe bin. Kî çi dibêje bila beje. Em li pêy doza xwe ne. Doza me dozeke mirovî û edaletê û wekheviyeyê. Em zilme li kesî nakin. Em di bin zilma zaliman de ne."
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê