Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane

ŞIRNEX - Projeya terasa cam a ku li ser Newala Qoriyê û Geliyê Botanê ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve tê çêkirin, derxist îhaleyê. Şêniyên gundê Bafê diyar kirin ku ev proje dê zirarê bide xwezaya herêmê û gotin: "Em êdî li vir nedikarin sewalên xwe biçêrînin û ne jî bi serbestî bigerin." 
 
Talankirina xwezayê ya li herêma Besta, Cûdî, Gabar û herî dawî jî li herêma Komate ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve hatiye destpêkirin, bênavber didome. Herêm bi maden û nefta ku tê derxistin veguherandine qada xilteyê.  Di van 3 salên dawî de herêm bi giştî bênefes  hate hiştin û çavkaniyên avê yê herêmê jî para xwe ji vê talanê digirin. Niha jî ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve li ser Newala Qoriyê ya li gundê Hespistê û Çemê Dîcleyê (Geliyê Botanê) ku di navbera gundê Bafê û Hespistê de ye terasa camê tê çêkirin. Gundê Bafê û Hespistê bi ser navçeya Hezaxa Şirnexê ve ne. Projeya terasa camê derxistin îhaleyê. Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê yê ku bi xwezaya xwe balê dikşîne ser xwe, niha jî tê xwestin ku bi vê projeyê bê rûxandin. Di heman demê de li gel vê projeyê li gundê Hespist û Bafê quleyên qereqolê jî tên  avakirin. Ji bo projeya terasa camê ya ku di 24'ê hezîranê de derxistin îhaleyê 47 mîlyon û 960 hezar budçe hat veqetandin. Bi vê projeyê ve wê xweza bi xesarek mezin re rû bi rû bimîne. 
 
Gundiyan bertek nîşanî vê projeyê dan û anîn ziman ku ev proje rê li ber talankirina xwezayê veke. 
 
'EM VÊ PROJEYÊ NAXWAZIN'
 
Ji şêniyên gundê Bafê Alya Akan anî ziman ku li gel pêkanîna vê projeyê ew ê êdî nekarin li gund bi awayeke serbest tevbigerin û wiha axivî: "Heke ku projeya ku behs dikin çêbikin em nikarin ji malên xwe derbikevin derve. Em bi zarokên xwe re diçûn seyranê me sewalên xwe dibirin diçêrandin. Em naxwazin jî lê belê dîsa jî çêdikin. Em ji çêkirina terasê aciz in. Çimkî tu feydeyê wê nîn e û pêdiviya me bi terasê nîn  e. Em her sal diçûn wê derê me giya kom dikir, sewalên xwe diçêrandin. Debara me li ser wê derê bû. Lê niha bi çêkirina terasê dê xwezayê hemû tune bikin. Em naxwazin ku terasê çêbikin. Çimkî ev ê bi xwe re texrîbateke mezin a xwezayî jî bîne. Ev der ciheke dîrokî ye bi vê destwerdanê dê tune bikin. Xesar têde heye lê feyde têde nîn e.  Em êdî nikarin bi awayeke serbest biçin bigerin. Em vê projeyê naxwazin." 
 
'WÊ BI YEK CARÊ XWEZAYA ME TUNE BIKIN'
 
Ji gundiyan Nuriye Hazar jî bal kişand ser çêkirina projeyê û destnîşan kir ku  xeteriyên li ser xwezaya herêmê zêdetir dibin û got: "Berê em bi awayeke serbest diçûn û dihatin. Lê bi vê projeyê ji tamê derxistin û tu xweşiya wan deran wê nemîne. Aramî nehiştin. Em li dijî vê projeyê ne. Lê belê dîsa jî  çêdikin. Bi vê projeyê re tiştekî di destê me de nahêlin. Dê xwezaya wê û dîroka wê derê yek carê xera bikin. Dema ku amadekariyên vê projeyên kirin jî ji gundiyan pirk nekirin. Li gorî berjewendiyên xwe çêdikin lê em naxwazin. Rêyên gundê me 30 sal bûn çênedikirin piştî vê projeyê rê çêkirin. Ev rê jî ji ber vê projeya xwe çêkirine. 
 
'WÊ GUNDÊ ME NEXWEŞ BIBE’ 
 
Ji gundiyan Şerif Malkaç jî bertek nîşanî çêkirina projeya terasê da û wiha got:  “Li gel vê projeya walî aramiya me nexweş bû. Ev ji me re zirar e. Ev rêya ku çêkirine jî ji bo ku projeya xwe pêk bînin çêkirine. Me beriya niha heywanên xwe dibirin wan deran diçêrandin lê belê em niha nikarin bibin. Em ne serbest in. Em biçin wan deran ew kevir wê bi ser me ve bên. Berê tirseke me ya bi vî rengî nebû. Lê niha heye. Em vê projeyê naxwazin. Em naxwazin ku ev teras çêbibe. Bi vê projeyê dê gundê me nexweş bibe.” 
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn