Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin

img

ÎZMÎR - Şewatên daristanan ku êdî ji bo demsala havînê veguherîne bûyerên “xwezayî”, îsal jî ji ber negirtina tevdîran, mudaxileyên dereng û bandora germbûna kûrewî bi sedan hektarên daristanan tune kirin. Li gorî daneyên OGM’ê, li gorî par îsal şewat 5 qet zêdetir bûn. 

Ji ber bandora germbûna kûrewî havîn her sal bêhtir germ derbas dibin. Ji ber sedemên hawirdorî, şewatên daristanan jî roj bi roj zêdetir dibin. Di meha hezîranê de pileya germahiyê dîsa rekor derbas kirin û di meha hezîranê de ji Kurdistanê heta herêmên Ege, Behra Spî û Marmarayê, li sedan cihan şewat derketin. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di navbera 1-21’ê hezîranê de 399 şewat derketin. Di heman rojan de par 84 şewat derketibûn. Par vê demê ji ber şewatan ziyan gihiştibû 41 hektarên daristanan û îsal jî ziyan gihişt 2 hezar û 548 hektarên daristanan. Par li 155 cihên derveyî daristanan şewat derket û îsal li 551 cihan. 
 
Şewat roj bi roj zêde dibin û ji ber mudaxileyên dereng, têrnekirina ekîpmanên teknîkî û nebûna balafirên vemirandina şewatan, ziyana heyî hêj mezintir bû. Tevî rewşa heyî jî îktîdar tu berpirsyartiyê li xwe nagire. CHP, DEM Partî, Partiya Saadetê û Partiya Îyîyê di 25’ê hezîranê de têkildarî şewatên daristanan pêşnûmeyên lêkolînê dan Meclisê lê tevek jî bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. 
 
MUDAXILEYÎ ŞEWATÊN LI KURDISTANÊ NEKIRIN 
 
Di hezîranê de şewata herî mezin di şeva 20’ê hezîranê de di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket. Şewat, ji ber têlên ceyranê derket û bi hinceta ku helîkopterên bi şev dibînin tune ne, mudaxile nehat kirin. Welatiyan hewldan bi derfetên xwe vemirînin û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandinî û Daristanan, 14 hezar û 900 dekar şewitîn, 924 ajal mirin û bi dehan ajal jî birîndar bûn. Ziyaneke mezin gihişte genim û berhemên din ên çandiniyê. 
 
ŞEWATÊN LI MELETÎ Û SEMSÛRÊ
 
Di heman demê de li navçeya Şîro ya Meletiyê di 26’ê hezîranê de li 3 qadên daristanan şewat derket û ziyan gihişte qadeke biqasî 400 doniman. Şewata ku nêzî jîngehan bûyî, bi mudaxileya ji hewayî û bejahî ve hate vemirandin. Di heman rojê de li bajar hinek şewatên din jî derketin. Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Meletiyê da zanîn ku ji serê sibehê saet di 09.00’an heta êvarê 89 îxbarên şewatê ji bo wan hatine. 
 
Di 27’ê hezîranê de li navçeya Alduş a Semsûrê jî li qada daristanê şewat dest pê kir. Şewat ji ewil hate vemirandin lê demekî kin piştre dîsa dest pê kir. Ji ber bayê xurt şewat li qadeke fireh belav bû. Di 28’ê hezîranê de jî li nêzî gundê Sakizê yê navçeya Sîncîkê şewat dest pê kir û di demekî kin de li qada daristanê belav bû. Şewat hat vemirandin lê 30 donimên daristanê şewitîn. 
 
LI GELEK BAJARAN ŞEWAT DERKETIN
 
Di heman demê de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê û bajarokê Madenê, li navçeyên Xana Axpar, Çermûg û Gêlê yên Amedê, li navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê, li Hezo ya Êlihê, li Dara Hênê û Gêxî yên Çewligê, li Xizxêr a Sêrtê, li Dêrik, Nisêbîn, Artuklu û Mehsertê yên Mêrdînê û li navçeya Çêlikan a Semsûrê şewat derketin. Şewat di demekî kin de hatin kontrolkirin lê şewata li Dêrikê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêkir. Welatî neçar man ku malên xwe vala bikin. Di 21’ê hezîranê de li navçeya Belkîs a Dîlokê jî şewat derket û 5 hektarên erdên çandiniyê û 10 donimên daristanan tune bûn. Her wiha 2 konteynir û depoya sotemeniyê ya li navenda hewînê ya penaberên sûriyeyî lê diman jî şewitîn. 
 
MARMARA: LI ÇANAKKALEYÊ 575 HEKTAR ŞEWITÎN 
 
Di hezîranê de li Marmarayê jî şewata herî mezin li Çanakkaleyê derket. Şewat di 18’ê hezîranê de li Girava Gelîboluyê derket û 575 hektarên erd şewitîn. Di 20’ê hezîranê de jî li Taxa Kîremîtoba ya navçeya Ezîneyê derket û maleke 3 qat û axûr şewitîn. Di 26’ê hezîranê de li navçeya Ayvacikê şewat derket û li Bajarê Antîk ê Assosê belav bû. Her wiha li navçeyên Bîgadîç, Bayramîç û Eceabatê jî şewat derketin. Di şewata li Kirklareliyê de jî 10 dekarên daristanê û 5 dekarên zeviyên genim şewitîn. Her wiha li Keşan a Edîrneyê, li Buyukorhon a Bursayê, li Akyazi ya Sakaryayê, li Balya, Susurluk, Kepsut, Altieylul, Bandirma, Burhaniye, Karesî û Îvrîndî yên Balikesirê jî şewat derketin. 
 
EGE: UŞAK BI SAETAN ŞEWITÎ
 
Yek ji herêma herî zêde şewat lê derketin jî Ege bû. Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Îzmîrê da zanîn ku di navbera 1-21’ê hezîranê de 45 şewatên daristanan û 120 şewatên çoltarê çêbûne. Ev şewat li navçeyên Seferîhîsar, Bergama, Dîkîlî, Gazîemîr, Torbali, Çeşme, Kemalpaşa û Bornova yên Îzmîrê derketin. Şewata herî mezin a li Manîsayê di 21’ê hezîranê de li navçeya Salîhliyê deket. Şewat 5 saetan dom kir û 300 hektar şewitîn. Her wiha li navçeyên Kula, Şehzadeler û Yunusemre yên Manîsayê jî şewat derketin. Şewata herî mezin jî li gundê Akbulak a Uşakê derket. Şewat 40 saetan dom kir. Her wiha li navçeyên Mîlas, Menteşe yên Mûglayê, li Buldan û Babadag ên Denîzliyê, navenda Afyonê, navenda Kutahyayê, navçeyên Kuyucak, Koçarli, Bozdogan û Dîdîm ên Denîzliyê jî şewat derketin. Li Kuyucakjê 300, li Bozdoganê 22 li Mîlasê jî donimeke qada daristanê şewitî. 
 
HERÊMÊN DIN
 
Di nava mehê de li navçeya Beyşehîr a konyayê, li navçeyên Aladag, Kozan û Feke yên Edeneyê, li navçeyên Gulnar, Erdemlî û Mutê yên Mêrsînê, li navçeyên Alanya û Manavgat ên Antalyayê, li navçeya Cîde ya Kastamonuyê û li navçeya Sarayduzu ya Sînopê jî şewat derketin. Li Erdemliyê 10, li Sarayduzuyê 3 hektar û nîv qadên daristanê şewitîn. Şewata li navçeya Kurucaşîle ya Bartinê ku ji ber têlên ceyranê deket jî zû hate vemirandin. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê