Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin

img

ÎZMÎR - Malbata Çeriyê ku ji bo debara xwe bike bi awayekî demsalî li nava zeviyan dixebite, bi van gotinan bandorên krîza aborî xulase kir: "Em bi pereyê ku 3 mehan bi dest dixin, hewl didin 9 mehan pê debara xwe bikin." 

 
Her sal bi milyonan kedkarên çandiniyê ji bo xebatê berê xwe didin herêma Egeyê û herêmên din ên rojavayê Tirkiyeyê. Karkerên çandiniyê yên demsalî ku pirnaiya wan ji Kurdistanê ne, bi şert û mercên dijwar re rû bi rû dimînin. 
 
Malbata Çerî ku ji bo xebatê ji Dêrika Mêrdînê hatiye navçeya Menderes a Egeyê, ji şert û mercên xebatê û heqdesta kêm bi gilî gazinc e. Ferdên malbatê heya êvarî rojê bi 300 lîreyî dixebitin. 
 
‘EM NIKARIN KÎSEKE ARVAN BIKIRIN'
 
Abdulkadîr Çerî ku ji ber krîza aborî bi gilî gazin e, anî ziman ku li nav zeviyeke 30 donimî bi heqdesta xwe dixebitin. Çerî bilêv kir ku serşok û daşira wan li derve ye û got ku di şert û mercine dijwar de dixebitin. Çerî axaftina xwe wiha domand: "Bi salan e em wekî karkerên demsalî tên. Heqê çûnhatinê bûye 30 hezar TL. Lê em mecbûr in bên. Beriya niha bi 10 salan heqdest 80 lîre bû, lê wê demê çêtir bû. Wê çaxê me bi rihetî debara xwe dikir. Lê niha heqdest bûye 300 lîre. Em pênc kes dixebitin. Lê em nikarin kîsekî arvan û tenekeyeke rûn bikirin. Heya ev pergal neguhere, pirsgirêk nayên çareserkirin. Em bi pereyê ku 3 mehan bi dest dixin, hewl didin 9 mehan pê debara xwe bikin." 
 
Tajdîn Çerî jî bilêv kir ku heqdesta heyî têra wan nake. Çerî da zanîn ku 8 sal in tên vir û got: "Berê me îdare dikir. Lê niha em nikarin debara xwe bikin. Fiyetê her tiştî biha bûye. Em mehekê dixebitin, lê pereyê me di rojekê du rojan de diqede. Ger ev pergal biguheriyane, wê baş bûna. Du zarokên min hene. Êdî nikarim wan xwedî bikim. Zarokên min hê biçûk in, naçin dibistanê. Lê nikarim wan xwedî bikim. Ez nikarin kincên li gor dilê wan û lazmatiyên wan bikirim. Ez dixwazim siberoja zarokên min xweş be. Lê di van şert û mercan de zehmet e. Em dixwazin ev aborî baş bibe." 
 
HEM LI NAV ZEVIYÊ HEM JÎ LI MALÊ DIXEBITE
 
Sakîne Çeriyê jî bilêv kir ku ji sibehê heya êvarî li nava zeviyê dixebite û êvarî jî karê malê dike. Çeriyê got: "Serê sibehê li nav zeviyê dixebitim, êvarî jî li malê xwarinê çêdikim û karê zarokan dikim. HEqdesta me an 200 an jî 300 lîre ye. Ji tevrika zeviyê bigire heya bi reşandina gubre û ajotina wê her tişt zehmet e. Em di nava heriyê de dimînin. Em di konan de dimînin. Em kincan bi destan dişon. Sarinc, cilşo û televîzyon tune ne." 
 
Çeriyê destnîşan kir ku gava vedigerin warê xwe jî li gor dilê xwe najîn û got: "Pereyê li vir bi dest me dikeve têra me nake. Em ji her tiştî mehrûm in. Gava em ji vir diçin, em bi deynan zivistana xwe derbas dikin. Paşê em dîsa tên vir. Em dixwazin ev rewş bê helkirin." 
 
MA / Delal Akyuz