Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye

img
ÎZMÎR - Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji ber encam ji muzakereyan negirtine ev 7 roj in di grevê de ne, bi rayedarên şaredariyê re li ser mijarê nîqaşan dikin û pêvajoya şêwrê dewam dike.
 
Piştî ku hevdîtinên navbera Sendîkaya Genel-Îş a DÎSK'ê û rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi ser neketin, karkeran dest bi grevê kirin ku 7 roj in dewam dikin. Karker li ber Kulturparkê li hev kom bûn û dirûşmên "Ji bo karê wekhev mûçeyê wekhev" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriyan.
 
Nûnerên sendîkayê diyar kirin ku ji ber biryara şaredariyê ya zêdekirina mûçeyan ji Hezîranê taloqî Tîrmehê dike, hevdîtin xitimîn. Karker dixwazin zêdebûna mûçeyan di dema xwe de bê kirin.
 
Di demekê de ku şêwirandina bi hev re dewam dike, herdu alî ji bo biryareke hevpar werbigirin hevdîtinan dewam dikin.