Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye

img

WAN - Hat diyarkirin ku qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 3 salên dawî de ji bo saziyên fermî, komele, weqf û cemaetan 2 milyar û 205 milyon û 226 hezar TL xerc kirine.

Hat diyarkirin ku budçeya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, di serdema qeyûm de radestî weqf, komele û rêveberiyên cuda hatiye kirin. Rêveberiya DEM Partiyê ragihand ku wan piştî dest bi wezîfeyê kiriye 8,5 milyar TL deynê şaredariyê hebûye. Lê belê ev deyn tevî faîzê 9 milyar TL ye. 
 
Hat hînkirin ku qeyûm ji bo weqf, komele û midûriyetên fermî ku Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUHVA) ku ya kurê Serokkomarê AKP'î Erdogan e, 2 milyar û 205 milyon û 226 hezar û 459 TL û 51 quriş pere hatiye xerckirin. 
 
Qeyûm ji bo van weqf, komele û midûriyetên fermî ev qas pere xerc kiriye: 
 
* Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî: 623.985.257,18
* Navenda Şopandin û Koordînasyonê ya Veberhênanê ya Wanê: 531.500.000,00
* Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Wanê: 170.055.862,57
* Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê: 110.864.973,89
* Miftîtiya Bajêr a Wanê: 99.811.162,17
* Zanîngeha Wanê: 53.410.678,85
* Ajansa Pêşvebirinê ya Anadolûyê ya Rojhilatê: 214.170,00
* Qeymeqamtiya Serayê: 3.918.004,36
* Piştgiriya Muteşebîsên Jin: 3.082.256,28
* Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Wanê: 22.313.394,00
* Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Wanê: 349.112.724,78
* Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr a Wanê: 125.096.553,15
* Federasyona Cerdevan, Gazî û Malbatên Şehîdan a Wanê: 483.395,00
* Midûriyeta Xizmeta Malbatê û Civakê ya Wanê: 101.858.737,98
* Lojmanên Polîsan ên Li Xaçerêya Balafirgehê: 4.235.589,50
* Walîtiya Wanê: 449.999,80
* Qeymeqamtiya Miksê: 920.400,00
* Qeymeqamtiya Westanê: 395.311,00
* TUGVA: 380.000,00
* Weqfa Alîkariya Mirovî ya Hayratê: 690.000,00
* Komeleya Lêkolînên Zanist û Hîkmetê: 79.850,00
* Midûriyeta PTT'ê ya Wanê: 1.988.139,00
* Komeleya Destkariyên Kevneşopî ya Qedîm a Wanê: 380.000,00
 
MA / Adnan Bîlen