Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ketina Mahabad'ê de noqteyeke polîsan heye. Piştî ji vê noqteyê derbas dibim maketê balefireke şer ku li ser qaîdeyekî hatiye rûniştandin balê dikişîne. Li vî bajarê ku ligel di du mehan de gelek kes hatine kuştin jî bi paş ve gav navêje, şopên çalakiyan dibînim. 
 
Ji Ûrmiyeyê ber bi Mahabad'ê ve derdikevime rê. Ji ber ku berê min du car Mahabad ziyaret kiribû hêvî dikim zehmetî nekişînim. Mahabad bi qenderê 140 kîlometre dûrî Urmiyeyê ye. Di dema rêwîtiyê de li ajokar guhdar dikim. Dem dem behsa serhildanên li Îranê dike û gotinê tîne ser bajarên Rojhilat. Ew bi xwe jî ji Neqede ye û ev bajarê ku hem azerî hem jî kurd lê dijîn di navbera Urmiye, Pîranşar û Mahabad'ê de ye. Ajokar dibêje ku welatiyên Mahabad, Bokan, Pîranşar, Seqiz û Sine ev du meh e xwepêşandanan li dar dixin û ji kolanan venakişin. Carinan bi başî behsa van çalakiyan dike û carinan jî dibêje "ji ber xwepêşandanan turîst jî nayêne welat." 
 
Ez nizanim serê wî tevlihev e yan dixwaze fikrê min ê di der barê vê yekê de hîn bibe. Weke ku haya min zêde ji xwepêşandanan tune be tevdigerim û dixwazim hinek der barê cihên dîrokî de jî agahî bide min. Her ku dinihêre zêde naaxivim hejmara telefona xwe dide min û hejmara min jî dixwaze da ku pêdiviya min bi texsiyê hebe ez lê bigerim. Lê dibêjimê ji ber min xeta Îranê nesitendiye hejmareke telefonê ku ez bidimê jî tune ye. 
 
GOLA URMIYEYÊ MÎNA ŞÛVEKE ZIWA YE
 
 
Di dema rêwîtiyê de heya nêzî Mahabadê dîmenên rewşa Gola Urmiyeyê kezeba mirov dişewitîne. Ev gola xwê ku bi mezinahiya xwe di Rojhilata Navîn de yekemîn û li cîhanê jî 6'emîn e, ji ber bendavên li ser çemên diherikine golê û sondajên bê rêk û pêk ziwa bûye û mîna şûvekê xuya dike. 
 
DIÇIME MEYDANA ÇARÇIRA
 
 
Di ketina Mahabadê de noqteyeke polîsan heye. Lê ajokar dibêje ku ew noqte tenê kontrolên qaçaxiyê dike. Piştî ji vê noqteyê derbas dibim maketê balefireke şer ku li ser qaîdeyekî hatiye rûniştandin balê dikişîne.
 
Li termînala bajêr ji texsiyê peya dibim û li texsiyeke din siwar dibim da ku min bibe Meydana Çarçira. Ev meydana ku Pêşawa Qazî Mihemed û rêhevalên xwe lê hatine bi darvekirin, her çiqas di fermiyetê de weke Meydana Cumhurî Îslamî hatibe binavkirin jî gel qet vî navî bi kar nayîne. An dibêjin Meydana Çarçira yan jî jê re dibêjin Meydana Şaredariyê. Di ser caddeya Taleqani Şerqî ve ber bi Meydana Molla Camî ve diçim. Li milê çepê şaxeke bankayê ku hatiye şewitandin bala min dikişîne. Di 27'ê cotmehê de piştî merasîma cenazeyê Simko Mewlûdî ku ji hêla hêzên rejimê ve di dema xwepêşandanê de hatibû kuştin, xwepêşandaran şaxa Refah Bankê şewitandine. Lê hin welatiyên bi wan re diaxivim dibêjin ku welatiyan tenê camên bankeyê şikandine û pasdarên li vir bi cih bûbûn û gule li gel reşandine piştre agir bi bankê xistine. Li pasaja hemberî bankeyê hê jî kargehên ku camên wan bi guleyan hûr hûr bûne hene. 
 
HEM LI NAVENDA BAJÊR HEM JÎ LI KOLANAN DIRÛŞM HATINE NIVÎSÎN
 
 
Dîsa nêzî vê bankeya ku hatiye şewitandin Bank Sepah heye û torbeyên xîzê yên li ser vê bankeyê bal dikişîne. Di dema serhildana 27'ê Cotmehê de pasdarên ku li pişt van torbeyên xîzê bi cih bûne gule li welatiyan reşandine. Dema li nava Mahabad'ê digerim dibînim ku di heman rojê de li hin deverên din jî avahiyên dewletê û dîrekên kamerayên mobese lê bi cih kirine hatine şewitandin. Şopa çalakiyan û berxwedanê li hemû deverên bajêr balê dikişîne. 
 
Ji dîwarên caddeyên qerebalix bigirin heya kolanên taxan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Jîna Emînî" û "Bimre Dîktator" balê dikişînin. Lê hêzên rejîmê yên weke cahş, Besîc û xebatkarên şaredariyê jî vala nesekinin û taybet êvaran li ser cadeyan van nivîsan reş dikin. Ligel vê yekê jî di ber xwepêşandaran re nagihîjin. 
 
CIWAN BEHSA KUŞTINA SIMKO Û ÇALAKIYÊN PIŞTÎ MERASÎMA SIMKO DIKIN
 
Piştî kuştina Jîna Emînî bi çend rojan di 19'ê îlonê de li Mahabad'ê çalakiyan dest pê kir û her çû ev çalakî berbelavtir bûn. Ji bo rewşa du mehên borî binirxînin bi çend ciwanên ku ji roja destpêkê ve di nava çalakiyan de ne û şahidiya êrişên dewletê kirine re hevdîtin dikim. 
 
Ciwanên ji ber ewlehiyê naxwazim navên wan bidim destnîşan dikin ku çalakiyên destpêkê di 19'ê îlonê de li ser Cadeya Şapûr dest pê kirine. Ew dibêjin ku di çalakiya yekemîn de hejmara wan 15-16 kes bûye û her hêzên rejimê tundiya li hemberî xwepêşandanan zêde kiriye hejmara kesê ku daketiye kolanan jî zêde bûye. 
 
Ciwan wiha dibêjin: "Li Mahabadê çalakiyên herî mezin piştî merasîma şehîd Simko Mewlûdî bûn. Simko di 26'ê cotmehê de dema hate kuştin, dayik û birayê wî li mizgeftê bang li gel kir ku ewan bi tenê nehêlin û li Simko xwedî derbikevin. Gelê Mahabadê jî ev bang bê bêrsiv nehişt. Îtlaatê (îstihbarat) malbat tehdîd kir ku ew bêyî rawestandin cenazeyê Simko bispêrin axê; lê ne malbatê ne jî ew kesên li mizgeftê kom bûn li hemberî van zextan serî netewandin. Ji bo hêzên rejîmê cenazeyê Simko nerevînin li ber mizgeftê heya serê sibehê nobet girtin. 
 
Mahabadiyên ku ev yek bihîstîn serê sibehê ji 7 salî heya 70 salî herikîne ber mizgeftê û cenazeyê şehîd Simko bi meş û dirûşman heya ser goristanê birin. Ji Meydana Sihet (Ji ber berê bazara heywanan li vê derê hebûye gel dibêje Meydana Heywanan) heya Meydana Çarçirayê cade û kolan bi mirovan dagirtî bû. Hemû beşên civakê tev li vê merasimê bûn. Roja 27'ê cotmehê bû. Piştî gel bi dirûşm û sirûdên şoreşgerî Simko siparte axê, ber bi Fermandariyê (qeymeqamî) ve dest bi meşê kirin. Cehş, Besîc û Pasdarên li serê kolanan xwe veşartibûn guleyên şer bi ser gel de reşandin. Di encamê de bi qenderê me tespît kir 6 welatî şehîd ketin û bi dehan kes birîndar bûn." 
 
BI KUŞTINA HER WELATIYEKÎ RE HÊRS MEZINTIR DIBE
 
 
Ciwan bi bîr dixin ku Simko Mewlûdî ji bo Jîna derketibû kolanê û hatibû kuştin; Mesûd Ehmedzade, Şaho Xizrî, Kubra Şêxa Seqa, Ferîşta Ehmedî û Zanyar Ebûbekirî jî di 27ê Cotmehê de ji bo Simko derketin kolanan û hatine kuştin. Ciwan dibêjin ku bi kuştina her welatiyekî re hêrs û xwedîderketin mezindir dibe.
 
Du ciwanên dema Simko tê kuştin li cihê bûyerê bûne şahidiya xwe bi van gotinan vedibêjin: "Hevalê me Simko nêzî Meydana Molla Xelîl hate kuştin. Li jêra meydanê noqteyeke polîsan hebû û ji wê noqteyê gule berdan. Simko ji bin qelbê xwe gule xwar û li cihê bûyerê şehîd ket." 
 
Li Mahabadê her cihek xwedî wateyek e. Cihê Simko lê hatiye kuştin jî ne vala weke cihê xwepêşandan tê zanîn. Ciwan behsa girîngiya wî cihî dikin û wiha dibêjin: "15-16 sal berê ciwanekî Mahabadî bi navê Şiwan Seyidqadir ji ber bûyereke edlî ji hêla polîsan ve li wê derê hatibû kuştin û polîsan bê hurmetî li hemberî cenazeyê wî kiribûn. Ew roj Mahabadî li wî ciwanî xwedîtirketin û daketin kolanan. Ji ber wê yekê navê wê cadeyê di nava gel de bi navê Şiwan Seyidqadir cih girt. Ji hingavê û heya niha li Mahabadê dema xwepêşandan çê dibin li wir dest pê dikin. Di çalakiyên ji bo Jîna de jî destpêkê me li wir xwepêşandan li dar xist û Simko jî li wir şehîd ket." 
 
GEL ÊDÎ NATIRSE
 
Piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê îtisab (grev - girtina dikanan) hate îlan kirin û her rojên şemiyê (rojên betlaneyê pêşem û în e) esnaf dikanên xwe digirin. Lê li bajarên Rojhilat ne tenê şemî her wiha rojên çarşema jî dikandar hemû dikanan digirin. Ciwan di derbarê vê çalakiyê de jî wiha dibêjin: "Di rojên îtisabê de hemû bazar û dikanên sûkê deriyên xwe radidin. Cara yekem e ku li Rojhilat grevek ewqas demdirêj didome. Bê guman ev grev destpêkê li dibistan û zanîngehan dest pê kir. Ciwanan dibistan boykot kirin û ev yek pêl bi pêl li bazar û sûkan jî belav bû û bû biryareke giştî. Rol û bandora dibistana di şikestina tirsê de pir heye. Lewre ew dikandarên ku destpêkê bi tirs nêzî vê çalakiyê dibûn êdî tirsa xwe danîne aliyekî."
 
Li Mahabadê piştî nîvro dibime şahid ku bi carekê re esnaf kepengên xwe dadixînin. Ligel ku ne şemî û çarşem e jî wateyekê nadime vê yêkê û bi esnafekî ku pêre hevdîtin dikim sedema vê dipirsim. Esnaf wiha dibêje: "Li vî bajarî herkes hay ji hev heye. Di demên xwepêşandanan de gelek welatî birîndar bûn. Dema agahiya şehîdbûna van birîndaran tê jî esnaf bo piştgiriyê û merasimê dikanên xwe digirin. Roja tu behsa wê dikî welatiyê bi navê Faîq Mamqaderî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû."
 
Pirsa Faiq Mamqaderi di kîjan xwepêşandanan de birîndar bûbû dipirsim û welatî wiha dibêje: "Faîq ne di dema xwepêşandanan de birîndar bûbû. Hêj beriya Simko şehîd bikeve êvarekê hêzên çekdar yên rejimê bi ser mala malbata Faîq de digirin. Faîq hevalekî xwe digire cem xwe û dema diçe ber deriyê malê, hêzên rejimê guleyan li erebeyê direşînin. Faîq û hevalê xwe birîndar dibin. Hevalê wî yê birîndar hinekî bi xwe ve hatiye lê Faîq li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."
 
DI DEMA ÇALAKIYAN DE HEM CEYRANÊ HEM JÎ ÎNTERNETÊ QUT DIKIN
 
Li Mahabadê di dema çalakiyan de bêyî problemek hebe înternet û ceyran tê qutkirin. Di 10ê Mijdarê de dema xebera Faîq Mamqaderî digihîje bajêr du rojan hem înternet hem jî ceyran tê qutkirin. Ez jî şahidî ji vê yekê re dikim. Dema sedema vê yekê dipirsim jî welatî dibêjin rêveberî ji bo gel ceza bike serî li van rêbazên vala dide. 
 
RENGÊN ÇALAKIYAN GUHERÎ
 
Bi komek xwendekarên zanîngehê re jî hevdîtin dikim û dixwazim rewşa çalakiyan û asta çalakî hatinê ji wan hîn bibim. Li ser pirsa min a "çalakî destpêkê li hemberî sergirtina bi zorê bûn niha ji bo çi ne?", xwendekar vê bersivê didin: "Gelên Îranê ji guherînê bêbawer bûbûn. Ew xwepêşandanên ku hemû Îranî tevlî bûbûn di beriya Şoroşa 1979'an de mabûn. Lê piştî kuştina Jîna ji ber malbatê serî netewand û kuştina keça xwe ragihand ew tirsa ku mirov di malê de digirt şikiya. Bi welatiyan re baweriya 'ji mirinê wêdetir tune' xurtir bû û ji bo hemû mafên xwe yên hatine desteserkirin bi dest bixin cesareta xwe dane ser hev. Êdî şerê me ji şerê li hemberî sergirtina bi zorê bihûri. Ev şer şerê azadiyê ye. Lê divê em mafê wê jî teslîm bikin ku ev lêgerîn û xwedîderketina li azadiyê jî bingeha xwe ji dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' girt."
 
'JI 3 SALIYAN HEYA 70 SALIYAN HERKES AZADIYÊ DIXWAZE'
 
Di demê xwepêşandanan de dibihîzim ku ji Urmiye û Tebrîzê hêzên Besîc, polîsên bi motorsiklêt, wesayitên zirxî tînine Mahabadê. Ji xwendekaran dipirsin ku ev yek dibe sedema tirsê an na. Xwendekar pirsa min bi van gotinan dibersivînin: "Piştî kuştina Simko ji Urmiyeyê 60 motorsiklêt, 8 merziye (pîkap) û bi otobosan 300 kesên çekdar anîne Mahabadê û ew li dibistan û mizgeftan bi cih kirin. Ev yek ne veşartî li ber çavên xelkê kirin ji bo tirsek li bajêr belav bibe. Lê gel netirsiya. Di nava du mehan de li bajarên Rojhilat pêvajoyeke nû destpê kir. Îro zarokên 3 salî li kolanan, di nava malan de, dema bi malbatên xwe re dadikevine sûkê dirûşmên 'Bimre Dîktator' û 'Jin Jiyan Azadî' berz dikin. Li hemû bajaran yek tişt tê axaftin ew jî ev xwepêşandan in. Zarok jî vê yekê dibînim. Ji ber wê ew gotina me ya berê ku me digot ji 7 salî heya 70 salî cih guherand û li Rojhilat êdî ji 3 salî heya 70 salî herkes azadîyeke kamil dixwaze. Ev yek jî xwe dispêre dirûşma 'Jin Jiyan Azadî'. Carinan em bi hevalan re li ser rewşê diaxifin. Dibe niha zû be lê hin heval tespîta -ev çalakî ji Şoreşa Frensa jî bihurî- dikin."
 
LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TUND CIWAN DEST BI PARASTINÊ DIKIN
 
Ciwan pirsa min a "kê pêşengiya van çalakiyan dike" jî bi van gotinan dibersivînin: "Bi rastî em dikarin bibêjin pêşengiya van çalakiyan gel dike. Rast e bi xwendekaran dest pê kir lê gel jî ev xwendekar bi tenê nehişt û mil da wan. Niha jî em dikarin bibêjin bi awayekî xwezayî ev çalakî berdewam dikin. Ev yek pir girîng e. Kê çi îtirazên wan hebin xwediyê van çalakiya ye û bi daxwazên xwe derdikevine kolanan. Lê ev çalakî di pêşerojê de wê rengekî çawa bigirin em ê tev bi hev re bibînin. Mînak di van demên dawî de hêzên rejimê bêperwa êrîşên giran dibine ser gel. Li hemberî vê yekê jî dibe ku ciwan dest bi mafê xweparastinê bikin. Heta em dikarin bibêjin komên wiha çêbûne jî. Rojhilat xwedî tecrubeyeke şer e. Di sala 1946'an û salên piştre bastanek jî heye. Lê gel dixwaze bi xwepêşandanên kolanan encam bigire. Ev nayê wê wateyê ku li hemberî êrîşên bêperwa jî bêdeng bimîne. Ger rejima Îranê di van êrîşên xwe yên hovane de israr bike hingavê îhtimala rengên van serhildanan jî biguhere heye. Lewre di nava du mehan de gel bi helwesta xwe nîşan da ku ji ya xwe nayê xwarê û divê rejîm van çalakiyan rast bixwîne." 
 
'HER ÎRANIYEK BI XWEDÎDERKETINA LI RÛMETÊ MUKELEF E'
 
Her kesê ku bi wan re diaxifim dibêjin ku çalakiyên ev du meh e didom in naşibine çalakiyên berê. Ciwanên xwendekarên zanîngehê jî dibêjin di navbera van çalakiyan û çalekiyên 2009 û 2019'yan de ferqên mezin hene û wiha dibêjin: "Heya îro îtirazên li hemberî rejimê belawela bûn. Carinan li bajarên mezin çalakî û nerazîbûnan destpê dikir, bajarên derdorê beşdar nedibûn, car caran jî li derdorê destpê dikirin bajarên navendî bêdeng diman. Ev yek dibû sedem ku temenê xwepêşandanan jî kin be.  Lê ev car tiştekî nû ye. Jineke Kurd bi navê Jîna li paytexta Îranê ango li Tehranê hate kuştin û hemû Rojhilatê Kurdistanê rabû ser piya. Jinên ku li bajarên Îranê bi salan e li hemberî Gaşt e Îrşad çalakiyan organîze dikin jî ji kuştina Jîna re bêdeng neman û wan jî dengê xwe bilind kirin. Ev yek bû sedem ku çalakî li hemû Îranê belav bibin. Carinan em dirûşmên pesnê wêrekiya Kurdistanê dikin dibihîzin ji eyaletên din. Lê li vir mesele ne meseleya pesindayina wêrekiya Kurdistanê ye. Mesele ew e ku her Îraniyek li rûmetê xwedî derbikeve û xwe weke berpirsiyar bibîne ji bo ev rejîm biguhere. 
 
'EM DIXWAZIN MIL BI MIL TÊBIKOŞIN'
 
Bê guman dirûşma ku ji Tebrîz bilind bû pir girîng e ku digotin 'Azerbaycan şiyar e piştgirê Kurdistan e'. Lê divê ev dirûşm weke dirûşmekî piştgirî nemîne. Divê Tebrîz rasterast pêşengiya guherînê bike û bibe parçeyekî vê şoreşê. Her Îraniyekî ku dixwaze ji vê zulmê xilas bibe xwediyê van xwepêşandanane û divê bi vê hişmendiyê li kolanan bin. Di 2019yan de di 15-16yê Mijdarê de gel dema li hemberî buhabûna benzînê dakete kolanan, me dît ku piştî Şoreşa 1979an û heya ew roj cara yekemîn bû ku çalakiyeke ewqas mezin li hemberî rejimê hatibû li darxistin. Di wan çalakiyan de 1500 welatî hatibûne kuştin. Lê ji ber ew çalakî ber bi hemû Îranê ve belav nebû bêencam ma. Niha rewş cuda ye û çalakiyên niha ji çalakiyên 2019yan jî pir pir mezintir û berfirehtir in. Îtirazên niha ne îtirazên çînekê, olekî, mezhebekî, neteweyekî an jî eyaletekê ne. Îtirazên hemû Îraniyan in. Ji ber wê em dibêjin ev çalakî ne di bin hukmê tu derdoran de ye. Yek dirûşmek heye ku hemû kes daxwazên xwe tê de dibînin û ew jî 'Jin Jiyan Azadî' ye. Hemû gel, hemû cudahî, hemû deng û reng di vê şîarê de temsîliyeta xwe dibînin. Ji ber wê ev dirûşm ji sînorê welat jî derket ber bi hemû cîhanê ve belav bû." 
 
'CEHŞ GULEYAN LI GEL DIREŞÎNIN'
 
Li Mahabadê welatî balê dikişînin ser meseleyeke din a girîng. Meseleya cehşan. Mahabadiyên ku bi wan re li nava bajêr digerim, hin kesên ku li serê kolanan û li derdora parkan rûniştîne nîşanî min didin û dibêjin "ew Mangur in ango cehş". Dema pirsa "Mangur çine" dikim jî wiha bersiv didin: "Di eslê xwe de Mangur eşîreke Kurd î wêrek û şervan in. Her wiha koçerî ne. Li herêma Mukriyan eşîreke mezin e. Di navbera salên 1925 û 1941an de yek ji çend eşîrên ku li hemberî Riza Şah Pehlewî serhildan kirine ne. Ev eşîr di sala 1946'an de ligel Pêşawa Qazî Mihemed jî piştgiriya Komara Kurdistanê kirine. Lê piştî Qazî Mihemed û rêhevalên wî têne bi darvekirin bi paşve vedikişin. Beşeke biçûk ji vê eşîrê niha cehşîtiya rejima Îranê dike. Ligel ku beşeke biçûk in jî navê eşîrê li ser wan e. Li Mahabadê taxa ku lê dijîn cuda ye û bi qenderê du hezar endamên wan ê bi çek hene. Di dema çalakiyan de li taxa xwe bi çekên giran nobetê digirin. Her wiha di çalakiyan de gule jî berdane gel. Tişta dagirkerên Kurdistanê li van parçeyên din dikin li vir jî pêk tînin. Kurdan bi destên Kurdan didine kuştin. Mînak Şaho Xizrî ji hêla cehşekî ve hate kuştin."
 
'REJÎM LI ROJHILAT RÛYÊ XWE YÊ DAGIRKER NÎŞAN DIDE'
 
Li Mahabadê bi kesekî ku di nava gel de tê nasîn û hezkirin re jî hevdîtin dikim. Vê nirxandinê dike: "Rejim baş dizane çi dike. Gelê Kurd jî baş nas dike. Mînak li Tehran û bajarên din yên Îranê di dema destpêka xwepêşandanan de bi awayekî kontrol êrîş dibire ser gel. Li wan deran bi guleyên plastîk mudaxele  dikir. Lê li Kurdistanê ne wisa ye. Ji bo ku karibe înkar bike di destpêkê de bi çekên pompe yên berika (saçme) davêjin êrîş dibire ser gel. Bi wan guleyan welatiyên jiyana xwe ji dest dan jî hebûn. Înkarkirina vê hêsan bû li gorî wan û înkar jî kirin. Bi gotinên weke 'di destên hêzên me de çekên wiha tune ne' xwestin gel ji hev guman bigire. Lê her ku dîtin gel ji wan natirse û bawer nake êdî dest bikaranîna kaleşnîkofan kirin. Yanî bi kurtûkurmancî em dikarin bibêjin rejima Îranê li Tehranê ruyê xwe yê faşîzan radixêre berçavan lê dema tê Mahabad û Rojhilat bi her awayê xwe nîşan dide ku dagirker e. Gel jî di ferqa vê yekê de ye û ji bo ev rejim biguhere di çalakiyên xwe de bi israr e."
 
'REJÎM WÊ BI SER NEKEVE'
 
Welatî balê dikişîne ser mijareke din a girîng û dibêje ku li Kurdistanê kuştina zarokên 16-17 salî ne nû ye û bi mînakekê vê yekê bi bîr dixe: "Di sala 1984an de hêj piştî Şoreşa Îranê vê rejimê nû nû hêza xwe tesîs dikir êrîşî Kurdistanê kir. Li Mahabadê 59 kes bi dar ve kir. Ji van 3-4 welatî li derdora 40 salî bûn. Yên din tev 15-16-17 salî bûn. Ev dewlet tim ciwanên herî berxwedêr yê vî gelî ku nifşên pêşerojê ne hedef digire. Lê wê ev car bi ser nekeve."
 
DI SERDEGIRTINÊN MALAN DE GELEK KES TÊNE BINÇAVKIRIN
 
Di encama çalakiyên berfireh yên 16ê Mijdarê dest pê kirin de hêzên rejimê bi awayekî şid êrîşî çalakkeran kir. Di navbera 16ê Mijdarê û 21'ê Mijdarê de li vî bajarî Azad Huseyinpur û Muhemmed Ehmedî Gageş jî jiyana xwe ji dest dan. Şamal Xadirî ku bi giranî birîndar bûbû û li Urmiyeyê tedawî dibû jî di 24ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Hêzên rejimê ev çend rojên dawî ne bi şev bi ser malên welatiyan de digire û bi îşkence welatiyan binçav dike. Kes nizane yên têne binçavkirin jî dibine kûderê. Lê welatî dibêjin ku piraniyên wan dibine Urmiyeyê û li vir bi rojan heta carinan bi mehan di bin çavan de têne girtin. 
 
(Ji ber ewlehiyê navê ciwan û welatiyan nehatiye dayin)
 
Sibê: Jinên Mahabadî yên li kolanan diaxifin
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin
09:36 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:18 Qeyûm ji bo TUGVA û saziyên fermî 2 milyar û 205 milyon pere xerc kiriye
09:18 Ji şaredariyên DEM Partiyê piştevaniya ji bo Tetwanê
09:03 Şaredariya DEM Partiyê wê bi projeyan xwe bigihîne jinan
09:02 Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN
27/05/2024
22:59 Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin
21:02 Li Periyê xebatên hilbijartinê
19:27 Nobeta Edeletê ya Şenyaşarê di roja 114’emîn de ye
16:54 Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê
16:32 Di çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ de daxwaza hevpar: Tecrîdê rakin
15:56 Eren ji bo girtiyê xetereya korbûna wî heye serî li Meclisê da
15:34 Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî
15:13 Pêşengtiya xebatên hilbijartinê yên Curnê Reş jinan kirin
14:49 Parazvanên mafan ji Gayrettepeyê bang kirin: Bila ‘Muzeya Şermê’ bê çêkirin
14:23 Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn
14:19 Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin
14:00 Bi girseyî serdana şîna Yildirim hat kirin
13:51 Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye
13:35 Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne
13:25 Berxwedana Geziyê di sala 11’an de ye: Serfiraziya me ye
12:27 DEM Partiyê bang li AKP’ê kir ku ‘têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re’ qût bike
12:24 Odeya Bijîşkan a Amedê: Nexweşên penceşêrê nikarin xwe bigihînin xizmeta tedawiyê
11:54 Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
11:14 Bîlançoya karesata li Papua Gîneya Nû girantir dibe
11:09 Di doza rojnamevan Yalçin de dê ji midûriyeta polîsan ‘şahid’ bê pirsîn
11:04 CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye
10:56 Zaroka li platforma lîstikê nas kirî revand û destdirêjî lê kir
10:13 Ji ciwanê ku ji bo gerê hate Mêrdînê agahî nayê wergirtin
10:13 Cezayê muebeda girankirî li zarokê 17 salî hat birîn
09:44 Bazarvan nikarin bifiroşin welatî nikarin bikirin
09:22 Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist
09:19 Ji bo 13 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin