Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin

  • rojane
  • 09:07 4 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter destnîşan kir ku divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bibe rojeva bingehîn a herkesên ku “ji xwe re dibêjin ez mirov im” û wiha got: “Divê li dijî sûcekî mirovahiyê yê wisa bêdeng nemînin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de di encama komployeke navneteweyî de ji Sûriyeyê derket, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertên tecrîda giran de tê ragirtin. Abdullah Ocalan ê di dema girtinê de bi malbat, wasî û parêzerê xwe re bi awayekî bisînor hevdîtin pêk anî, di 25 salan de yek jê di nivî de hate birîn du caran bi telefonê axivî. Li Îmraliya rewşa tecrîda girankirî berdewam dike, 33 meh in agahî nayê wergirtin û ev yek bi cezayên di bin navê “dîsîplînê” de tên dayîn tê berdewam kirin. 
 
Li daijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza azadiya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe mezin dibe. Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Li çar aliyê cîhanê çalakî û aktîvîte berdewam dikin,  bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê tên ragirtin bi çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin tev li kampanyayê bûn. 
 
Di 29’ê cotmehê de jî 172 saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî bi dirûşmeya “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” deklarasyonek aşkere kir. Yek ji îmzekarên deklarasyona azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter bersiv da pirsên li ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê, daxwazên azadiyê yên ji bo Rêberê PKK'ê û greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin.  Yeter, destnîşan kir ku penasekirineke hiqûqî ya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye kûrkirin nîne û bal kişand ku ev rewş dibe sedemê gelek pirsgirêkên aborî, civakî, demokratîk û hiqûqî. Yeter, anî ziman ku ji bo tecrîd were bidawîkirin çalakî û aktîvîte kêm in û destnîşan kir ku divê têkoşîn were mezinkirin. 
 
Bi deklarasyona bi serenavê “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” bal kişandin ser girîngiya Abdullah Ocalan û bangek li dewletê kir. Tecrîda li Îmraliyê 25 sal in berdewam dike, ev rewşa agahî negirtinê rê li ber çi vedike?
 
Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan veguherî pirsgirêkeke her ku diçe kûr dibe. Ev rewşa tecrîdê car caran ji ber mûxalefeta civakî dihate rakirin, car caran dihate kûrkirin, car caran jî bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk dihat û dihate berdewam kirin. Lê di salên dawî de bi taybetî piştî “pêvajoya çareseriyê” rewşa tecrîda mutleq bi polîtîkayên şer û ewlekariyê yên hikumetê hate kûrkirin. Ji sala 2019’an ve hate rewşeke wisa ku ji Girtîgeha Îmraliyê êdî agahî neyê wergirtin. Nirxandina vê rewşê ya bi tecrîdê kêm dê bimîne.  
 
 
 Ne hiqûqnas ne saziyên demokratîk ne partiyên siyasî  ne jî saziyên sivîl ên civakî ne dikarîn li dijî bêhiqûqiyek û sûcê mirovahiyê yê wisa bêdeng bimînin. 
 
Tişta li Girtîgeha Îmraliyê diqewime, nikare tenê bi pêk neanîna rêgezên hiqûqê were vegotin. Astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re li dijî mewzûata navxweyî, Qanûna Înfazê, Destûra Bingehîn, rêgezên bingehîn ên hiqûqa ceza û rêgeza wekheviyê ye. Li dijî hukmên mevzûata navneteweyî ye ku Tirkiye aliyekî wê ye, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Qaîdeyên Mandela û pîvanên herî kêm ên girtîgehan e. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ocalan ji civakê re agahî nayên dayîn, sedemê cezayên dîsîplînê ku dibin sedema qedexeyên hevdîtinê nayê aşkerekirin, tevî ku sedem nayên aşkerekirin, piştî cezayên dîsîplînê hatin pêkanîn tên teblîxkirin. Ev yek jî dibe asteng ku parêzerên dosyayên Ocalan dişopînin peywîra xwe bi cih bînin. Li vir rewşeke agahî negirtinê ya mutleq heye. Ne hiqûqnas ne saziyên demokratîk ne partiyên siyasî  ne jî saziyên sivîl ên civakî ne dikarîn li dijî bêhiqûqiyek û sûcê mirovahiyê yê wisa bêdeng bimînin. Di vê noxteyê de hem weke OHD hem weke saziyên demokratîk di ferqa berpirsyartiya xwe ya di vî warî de tevgeriyan. 
 
Çima azadiya Abdullah Ocalan girîng e? 
 
 
Divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bibe rojeva bingehîn a gelên Tirkiyeyê, hiqûqnas û hemû siyasetmedarên li Tirkiyeyê û hemû parazvanên mafan ên ku “ji xwe re dibêjin ez mirov im”.
 
Birêz Abdullah Ocalan kesayetekî siyasî ye û di parêzname, hevdîtin, serdanên delegasyon û hevdîtinên xwe yên bi rayedarên dewletê re ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingeha demokratîk her tim tîne ziman ku ew alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Di vî warî de fikrên birêz Ocalan jî tên tecrîdkirin. Li aliyê din li djiî çareseriya demokratîk polîtîkayên şer tên pêşxistin. Ne pêkane ku em krîza aborî ya di nav de ne ji tecrîdê serbixwe bifikirin. Di vî warî de heke tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin, şûna di pirsgirêka kurd de polîtîkayên şer, di bingeheke demokratîk de çareserî were pêşxistin, dê ji bo gelên Tirkiyeyê û hemû gelên bindest baş bibe. Ev ne tenê rewşeke ku berpirsyartiya saziyên kurd, siyasetmedarên kurd û gelê kurd e. Li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê bûyîn daxwaza demokrasî, edalet û azadiyê ye. 
 
Beriya niha jî li dijî tecrîda Îmraliyê gelek hewldan û serlêdanên we çêbûn. Her wiha hem we parêzerên cîhanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Pêvajoyeke çawa çêbû, ev hewldanên we dê bidomin?
 
Elbet ev ne xebata me ya ewil e. Daxuyaniya me ya ewil jî nîne. Dê nebe xebat û daxuyaniya me ya dawî jî. Di vî warî de me me weke hiqûqnasên vê qebûl nakin û li dijî vî sûcê mirovahiyê rewşek pêş xistin û vê yekê qebûlnekirin gelek xebat kirin. Di vî warî de daxuyaniyên bi sedan parêzeran ên bila ‘tecrîd were rakirin’ çêbûn û sedan parêzeran serlêdanên ‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’ kirin. Ji ber ku bersiva van serlêdanên me nehate kirin, me bi gotina ‘em nikarin karê xwe bikin, bikevin nava liv û tevgerê’ serî li rêxistinên pîşeyî dan. Me serî li Yekitiya Baroyan û Navenda Mafên Parêzeran da. Ev tenê rêbazên serlêdanê yên me di hiqûqa navxweyî de bikaranîn bûn. Dîsa serî li CPT’î, Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hate dayîn. Li gel van daxuyaniyên me hewl didin vê têkoşînê bimeşînin. 
 
Her wiha Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di çarçoveya serlêdanên hem parêzvanên Ocalan, hem jî saziyên sivîl ên civakî ji Tirkiyeyê re bi rapor û nivîsan aşkere kir ku ev bêhiqûqî nayê qebûlkirin, ev rewş binpêkirina qedexeya îşkence û pêkanînên xerab e, divê dawî li vê bê anîn û Ocalan bi parêzerên xwe re tavilê hevdîtinê bike. Niha em dibînin ku pêvajoyeke ne hiqûqî hatiye avakirin ku desthilata siyasî ya antî demokratîk bi ti awayî mekanîzmayên navneteweyî li ber çavan nagire û heta dadger û dozgerên ku hewl didin van mekanîzmayan bixebitînin jî dikarin bi tacîz û cezayên darazê re rû bi rû bimînin
 
Ji bilî hewldanên rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan, ji her dera cîhanê bi daxwaza hevdîtina li Îmraliyê gelek serlêdan hatin kirin. Lê rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraiyê berdewam dike. Pergala tecrîdê hatiye asteke çawa,desthilat û aqlê dewletê yê niha çi armanc dike?
 
 
Ev polîtîka ne tenê rewşên ku ji hev cuda bên nirxandin, mîna kûrkirina tecrîdê yan jî hewldana çavtirsandina saziyên civakî yên sivîl in. Divê pêkanînên desthilatê tevdeyî were nirxandin. 
 
Em dikarin hikûmeta em di nav de dijîn weke hikûmeteke antî kapîtalîst û populîst binirxînin. Mekanîzmaya dewletê bi hemû saziyên xwe ve ji aliyê vê hikûmeta antî demokratîk û populîst ve hatiye xespkirin. Daraz jî di nav de. Ji bilî vê yekê saziyên sivîl ên civakî ku dixwazin li dijî vê rewşê dengê xwe bilin bikin, bi tirsînin. Ev polîtîka ne tenê rewşên ku ji hev cuda bên nirxandin, mîna kûrkirina tecrîdê yan jî hewldana çavtirsandina saziyên civakî yên sivîl in. Divê pêkanînên desthilatê tevdeyî were nirxandin. Ev pêkanînên rejîma antîdemokratîk her ku diçe kûrtir dibin. Tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan tê pêkanîn, di serî de xwe li Girtîgeha Îmraliyê dide nîşandan pişt re belavî civakê dibe. Em weke hiqûqnas û saziyên sivîl ên civakî muxatabê rewşa tecrîd û îzolasyonê ne. 
 
Astengiyên hevdîtinê yên bi hincetên “rewşa nebaş a hewayê” û “koster xera bûye” dest pê kirin, îro jî bi cezayên di bin navê “dîsîplînê” de tên dayîn, dewam dikin. 33 meh in destûr nayê dayîn ku malbat, wasî û parêzer hevdîtinê bikin. Ev dikare bi “hiqûqê” were vegotin?
 
Dema hukmên mewzûatên navxweyî hatin nirxandin, tê dîtin ku dayîna van cezayên dîsiplînê bi tu awayî nehiqûqî ne. Ji bo ku cezayên dîsiplînê li hukumxariyekê were birîn, divê di berdela kiryarekê were birîn. Divê li dijî kiryarê hiqûqa dîsiplînê were xebitandin. Lê belê ji ber ku em nizanin li dijî kîjan kiryarî hiqûqeke dîsîplînê tê meşandin, ev sedem ji raya giştî re nehatine aşkerakirin û prosedura hiqûqî ya îtiraza li hemberî wan ji Birêz Abdullah Ocalan û parêzerên wî re nehatiye dayîn, li vir binpêkirineke nû tê kirin.Veguheriye pêkanîneke hem mafê parastinê hem jî mafê darizandina adil bin pê dike. Di vî warî de dayîna cezayên dîsiplînê yên sîstematîk dîsa dibe sedema binpêkirina qedexeya îşkence û mûameleya nebaş. Ji ber kiryarekê cezayên dîsîplînê yên bibe sedema îşkenceya sîstematîk û tecrîdeke sîstematîk ku bi mehan an jî bi salan dewam bike, nikare li mehkûmekî bê ferzkirin. Ev ne di mewzûata navxweyî de ne jî di mewzûata navnetewî  de bi tu awayî nayê qebûlkirin. 
 
 
Aşkerenekirina hincetên cezayên di bin navê “Dîsiplînê” de tên dayîn çawa dinirxînin?
 
SSSPPPOOOTTT:::: Ji ber ku sedemek bi vî rengî tune ye, ev fikara nepenîtiyê bûye rewşeke ku ji hêla ewlehîyê ve tê ravekirin. Lê belê ev yek bi ti awayî nikare bibe xwedî karakterekî hiqûqî.
 
Di pergala hiqûqê ya ceza de xisûsên ku di kîjan rewşan û têkildarî kîjan dosyayan de dikarin biryara nepenîtiyê bidin. Di vî warî de em nikarin vê rastiyê rave bikin ku sedema çalakiya dîsîplînê bi ti hinceteke hiqûqî ji raya giştî re nayê eşkerekirin. Heke hincetek ji bo guncawbûna vê çalakiya dîsiplînê hebûya, wê di serî de ji raya giştî re bihata aşkerakirin. Ji ber ku sedemek bi vî rengî tune ye, ev fikara nepenîtiyê bûye rewşeke ku ji hêla ewlehîyê ve tê ravekirin. Lê belê ev yek bi ti awayî nikare bibe xwedî karakterekî hiqûqî.
 
Li girtîgehên ku bûne navenda binpêkirinên mafên mirovan ên giran girtî li dijî tecrîda li Îmraliyê ketin çalakiya greva birçîbûnê. Weke OHD hûn ê tem têkildarî daxwazên girtiyan hem jî rewşa wan a tenduristiyê xebatan bimeşînin?
 
 
Di vê noxteyê de ne parêzer, ne siyasetmedar ne jî gelên Tirkiyeyê têkoşîneke têrker nadin.
 
Niha agahiyek zelal li ber destê me nîne ku ev grev li kîjan girtîgehan dest pê kiriye. Agahî ji malbatan hatine ku li hemû girtîgehan ev grev dest pê kiriye. Di çarçoveya van serlêdanan de em ê serdana hemû girtîgehan bikin û bişopînin bê ka çend girtî tevlî bûne, çend roj û heta kengî ev grev wê bidome. Di vî warî de bi armanca şopandina vê grevê bi rêxistinên sivîl ên civakî yên din re ji bo hin koordînasyonan ava bikin hewldanên me hene. Piştî afirandina vê yekê, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya girtiyên ketine grevê û şopandina madeyên jiyanî yên weke vîtamîn û şekir ku dema di grevê de ne divê bên dayin, didin girtiyan an na, em ê bixebitin. Em naxwazin rewşeke wisa bibînin ku ji bo bicihanîna rêziknameya hiqûqê, ji bo bicihanîna qanûndanînê tu kes jiyana xwe ji dest bide. 
 
Em naxwazin pêvajoyên mîna pêvajoya 2019’an ku gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek girtî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû hatine hiştin ku xisareke mayînde hiştiye, bijîn. Ji bo vê tu tehamula me nema. Di vê xalê de em bi ti awayî qebûl nakin ku mirov ji bo bicihanîna mewzûatê û bicihanîna biryara DMME’yê tendirustî û jiyana xwe winda bikin. Di vê noxteyê de divê rayedarên têkildarî û Wezareta Dadê bêyî ku ev rewş rû bide peywîra xwe bi cih bînin û mewzûatê pêk bînin. 
 
Di vê noxteyê de berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê hem civakê hem saziyên sivîl ên civakî û hem jî partiyên siyasî?
 
Ev hewldan teqez têrker nînin. Heke tera kiribûna ji xwe niha ev tecrîd rabûbû. Biryara ‘Mafê Hêviyê’ ya DMME’yê hatibû pêkanîn. Demek di vê noxteyê de ne hiqûqnas, ne siyasetmedar ne jî gelên Tirkiyeyê bi tevahî têkoşîneke têrker nadin. Rastiya ku divê têkoşîn li her qadê bi pîvanên xwe yên hiqûqî, çandî, ekolojîk û siyasî li kolan, mal, edliye û her qadê bê pêşxistin û bilindkirin bi awayekî zelal derdikeve pêşberî me. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re bigûherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin