Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê

  • ciwan
  • 09:16 14 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Endama TekoJînê Berjîn Guneşê diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimeşin û hemû ciwanên li Ewropayê vexwand meşa ku wê di 15'ê Îlonê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidin destpêkirin. 

Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJîn) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera 15-20’ê Îlonê de li herêma NRW (North Rhein-Westfalen) ya Almanyayê wê meşekê li dar bixin. Meşa ku wê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" pêk bê, wê di 15'ê Îlonê de li bajarê Bîelefeld ê Almanyayê dest pê bike. Ciwan wê di tevahiya meşê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cuda li dar bixin. Meş wê bi beşdarbûna li 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê di 21'ê Îlonê de li Frankfûrtê bê lidarxistin, bi dawî bibe.
 
Ji organîzatorên meşê endama TekoJînê Berjîn Guneşê banga tevlîbûna meşê kir.
 
‘ÇALAKIYÊN ME DIDOMIN'
 
Guneşê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd e, di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jî semboleke gerdûnî ye û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya azadiyê re tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê rêya jiyaneke demokratîk nîşan da. jRêya aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bi felsefeya wî pêkan e."
 
Guneşê da zanîn ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan e û got ku tecrîd hebûna gelê kurd dike hedef.
 
Guneşê anî ziman ku li gel hemû êrişan jî tecrîd bi temamî bi ser neketiye û wiha got: “Yê ku nîşan da ku em dikarin bi destên xwe jiyana xwe biafirînin û li dijî vê pergala xwe disipêre talankirin û kuştinê birêz Abdullah Ocalan e. Wekî TCŞ û TekoJîn em her hefte çalakiyên xwe li qadan bênavber didomînin. Em li aliyekê bi meşên xwe û li aliyê din jî bi standan û belavkirina belavokan tecrîdê derdixin holê. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azadiya fizîkî bi dest nexe wê çalakiyên me bidomin."
 
BERNAMEYA MEŞÊ
 
Guneşê diyar kir ku ew ê bernameya meşê di 15'ê Îlonê de li Bîelefeldê di konferansa bi navê "Rastiya Rêbertiyê û rola ciwanan" de eşkere bikin û got: "Wekî ciwan wê di 16'ê Îlonê de, di salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de bi pêşengiya jinên ciwan meşek bê organîzekirin û dê ew roj bi navê 'Roja Jinên Ciwan' bê bibîranîn. Şerê herî mezin li dijî zîhniyeta ku jinê dike kole di rêya Birêz Abdullah Ocalan re derbas dibe. Weke jinên ciwan em ê bi vê hişmendiyê qadan dagirin. Li ser rêya meşê em ê li dijî tecrîdê li bajarên Bîelefeld, Hamm, Dortmûnd, Essen û Dûîsbûrgê dengê xwe bilind bikin. Em ê bi beşdariya li Mîhrîcana Çanda Kurdistanê ku wê di 21’ê Îlonê de li Frankfûrtê pêk nê, meşa xwe bi dawî bikin."
 
BANGAWAZÎ
 
Guneşê diyar kir ku bi tecrîda giran a li ser Ocalan re li Îmraliyê êrişên li ser gelê kurd wê bidomin û got: “Wekî ciwan û jinên ciwan em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê her cihî bikin qada berxwedanê. Mifteya aştiya civakî û azadiya me bi azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Bi vê boneyê em bang li hemû ciwanên li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan tevlî vê meşê bibin."
 
MA / Delal Akyuz
 
 
 

Sernavên din

11:38 Bakirhan: Divê komîsyon bibe mitbexa rêziknameyên ber bi aştiya pozîtîf ve
10:16 Gelê Semsûrê dê li Qada Stasyonê bin
09:55 Bîra berxwedana jina Kurd: Mestûre Kurdistanî
09:31 ‘Gaxan ruhê jiyana komunê ye’
09:21 Siyasetzan Aksoyoglû: Dixwazin pêvajoyê bi Sûriyeyê ve girê bidin
09:13 Li Wanê êdî gel nanê kartû dikire!
09:05 Di salekî de bi 100 hezar kesan çanda devkî ya Kurdî dan guhdarkirin
09:03 Ji siyasetmedaran banga tevlibûna mitînga 4'ê Çileyê
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2025'AN
30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê