ENQERE - DEM Partiyê têkildarî salvegera komarê ya 101’emîn daxuyanî da û “komara demokratîk” û “destûra bingehîn a demokratîk” destnîşan kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî salvegera 101’emîn a Komarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Em di salvegera 101’emîn a Komarê ne. Komara ku bi rastî, xeletî û kêmasiyên xwe ve 100 sal li pey xwe hişt, îro jî li bendê ye ku bigihe Komareke Demokratîk a aştiya civakî lê hatiye avakirî û li gorî avaniya civaka pirrengî bigihe armanca xwe. Em careke din armanca xwe ya demokratîkkirina Komarê li ser bingeha Destûra Bingehîn a Demokratîk, welatiyên azad û wekhev, civaka demokratîk û dewleta hiqûqê bi gelên Tirkiyeyê re parve dikin.”