ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç di hevdîtinên bûdçeyê yên Meclisê de axivî û wiha bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da: “Bila li dîwarê lijneya giştî nivîsa ‘Serwerî bêqeyd û şert a qeyûman e’ bê nivîsandin.”
Hevdîtinên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê yên têkildarî Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya 2025’an berdewam in. Di hevdîtinan de li ser bûdçeya Dîwana Çavdêriya Darayî û Venêrîna Cemaweriyê nîqaş hatin kirin. Parlamenterên CHP’ê ji ber girtina Şaredarê Esenyurt a Stenbolê û li şûna wî tayînkirina qeyûm tev li nebûn.
'ÎRADEYA QEYÛM DIYARKER BÛYE’
Berpirsyarê Komîsyonê Aboriyê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç di komîsyonê de axivî û bertek nîşanî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm da. Îdiayên kirine hinceta girtin û binçavkirinê vala ne. Ev îdiaye, kompasa FETO’yê tînin bîra mirov. Li ser dîwarê Lijneya Giştî nivîsa ‘Serwerî bêqeyd û şert ya miletî ye’ hatiye nivîsandin. Em pêşniyar dikin ku bila ew nivîs weke ‘Serwerî bêqeyd û şert a qeyûman e’ bê guherandin. Ji ber ku îradeya qeyûm diyarker bûye. Bi sala ye em vê dijîn.”
'DIVÊ MECLIS HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’
Oluç, bi bîr xist ku demên berê li şaredariyên wan qeyûm hatibûn tayînkirin û wiha derbirî: “Niha jî tayînî şaredariyên CHP’î dikin. Divê Meclisê li dijî vê xwedî helwest be. Bi eşkereyî derbeyê dikin. Niha li dijî demokrasiya herêmî derbeyê dikin.”
Oluç, ji bo nîqaşên têkildarî Destûra Bingehî jî got ku divê Destûra Bingehîn ji navendîparêziyê dûr be û nêzikatiyeke nenavendî hebe. Oluç, got ku ev gav dê ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê gavekî baş be.”
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik jî anî ziman ku divê Meclis pêşengtiya avakirina aştiyê bike û wiha got: “Guh nedin van nîjadperest û neteweperastan; ew aştiyê naxwazin û hebûna wan ji bo şer, mirin û tundiyê ye. Lê em ê aştiyê bînin vî welatî. Divê hemû gel di destûra bingehîn de cih bigirin.”