STENBOL - Qeyûmê li Şaredariya Esenyurtê hatiye tayînkirin, weke gava ewil wêneyên Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ji bîlboardên li navçeyê jê dike.
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de bi rêjeya ji sedî 49’ê hatibû hilbijartin. Ozer, şevê din hate binçavkirin û Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy li şûna wî weke qeyûm hate tayînkirin. Qeyûm Aksoy, weke karê destpêkê li navçeya Esenyurtê dest bi jêkirina wêneyên Ozer û danezanên CHP’ê yên li ser bîlboardan kir.