* Dermanfiroş Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku sektora dermanan a li Tirkiyeyê ji sedî 90 girêdayî derve ye û êdî di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişînin.
* Şêniyên navçeya Esenyurtê li dijî tayînkirina qeyûm bi bertek in û gotin ku hewceye li dijî qeyûm berxwedaneke mezintir were raberkirin.
* HDK dê 13’emîn Lijneya Giştî bi dirûşma “Bi hêviyê, bi berxwedanê re bi hev re ber bi azadiyê ve” li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş li dar bixe. (10.00-17.00) ZINDÎ
* 1’emîn Mîhrîcana Zarok û Ciwanan a Komir a Semsûrê dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-16.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê 3’yemîn Kongreya Asayî li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê li dar bixe. (12.00)
* Serokê HEP’î Abdulsamet Sakik ku li Dîlokê hatibû qetilkirin, dê di salvegera qetilkirina xwe de li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Dîlokê bê bibîranîn. (12.00)