NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşgerê Îtalyayî Heval Marcello anî ziman ku gefa herî mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwarin ji aliyê Tirkiyeyê ve û bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî da.
Di êrişên dewleta tirk ên piştî 23’yê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan ku di nav de zarok jî hene. Parzûngehên petrolê, kompleksên tenduristiyê û qadên jiyanê jî bûn hedefa êrişan. Yek ji şervanên berê yên enternasyonalîst ê YPG'ê Karîm Franceschi (Heval Marcello) ku di Şoreşa Rojavayê de li Kobanê û Reqayê şer kir, êrişên dawî yên Tirkiyeyê nirxandin.
'ROJAVA DI BIN DAGIRIYÊ DE YE'
Şoreşgerê Îtalî Marcello ku di sala 2015'an de li Kobanê beşdarî şerê li dijî DAIŞ'ê bû, bal kişand ser êrişên hêzên emperyalîst ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cihên bi vî rengî û got: "Şansê bi tena serê xwe serketina eniyeke rizgariya neteweyî pir zehmet e. Divê em li her derê, her dem bitêkoşin."
Marcello bal kişand ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ne û got ku li vir yekîtiya çandîbûyî ya ku ABdullah Ocalan pêşbînî kir pêk hat û ereb, kurd û suryanî bi hev re dijîn. MArcello destnîşan kir ku tişta nehatiye guhertin jî gefa derveyî sînor e.
'TALÛKEYA HERÎ MEZIN TIRKIYE YE'
Marcello destnîşan kir ku xetereya herî mezin a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tirkiye ye û got: "Gefa hebûniyê ya li ser Rojavayê Tirkiye ye. Tirkiye bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û beşeke mezin ji Rojava re helwesteke êrişkar nîşan dide. Ev şer e. Efrîn di bin ekoqirkirinekê de ye. Tirkiye li dijî Rojavayê şerekî berfireh dimeşîne, şebekeya elektrîkê qut dike. Ew binesaziyê wekî stasyonên benzînê wêran dike û bi bombebarankirina jîngehan sivîlan terorîze dike. Dixwaze aboriya Rojavayê tune bike."
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
Marcello diyar kir ku Tirkiye destkeftiyên kurdan wekî xetere dibîne û wiha got: "Tirkiye pêşketina kurdan a li herêmeke xweser wekî tehdîd dibîne. Fikra ku kurd dikarin li derveyî kontrola Enqereyê xwe bi rê ve bibin netewperestên tirk aciz dike. Bi eşkereyî ji kurdan re dibêjin 'bira', lê di esasê xwe de dixwazin bêjin 'kole.' Qada navneteweyî jî xwe li ber vê li nedîtinê datîne."