STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê ya meha cotmehê 48 jin hatin kuştin û 23 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha cotmehê eşkere kir. Li gorî raporê; di meha cotmehê de 48 jin hatine kuştin, 23 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 10 jin di dema pêvajoya hevberdabûnê de bûn hatine kuştin, 3 jin ji ber sedemên aborî, 3 jin bi sedema ku berê wan dane întîharê, jinek bi hinceta heqaretê hatine kuştin û 31 jin jî nayê zanîn bi kîjan hincetan hatine kuştin.