AMED - Jinên TJA’yî piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime” heta Şaredariya Sûrê meşiyan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) piştî eşkerekirina deklarasyona 25'ê Mijdarê bi pankarta "Komkujiya jinê siyasî û îdeolojîk e" meş li dar xist. Aktivîstên TJA’yê, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu û Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî beşdarî meşê bûn.
Endamên TJA'yê bi tililî û çepikan ji Qesra Îskender Paşa heta Şaredariya Sûrê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Qeyûm ji Kurdistanê bicehime" hatin berzkirin. Hewl hat dayîn pankarta jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin bên desteserkirin. Jinên ku destûr nedan hewldana polîsan a astengkirinê, bi pankarta “Komkujiya jinê siyasî û îdeolojîk e” meşa xwe berdewam kirin.
‘DIXWAZIN DENGÊ TÊKOŞÎNA JINAN QUT BIKIN’
Jinên ku hatin Şaredariya Sûrê li wir daxuyanî dan. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya li dijî tundiya dewleta mêr berdewam dike. Îro em bi tayînkirina qeyûman bi tundiya mêr-dewletê re rû bi rû ne. Sîstema azadiya jinê ya ku me di rêveberiyên herêmî de afirandiye, pergala jinan a li dijî tundiya mêr têdikoşe ava kiriye. Dixwazin dengê têkoşîna jinan qut bikin."
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
Turkoglu, anî ziman ku têkoşîna bi rûmet a gelê kurd ji aliyê qeyûman ve tê hedefgirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em pêkanînên qeyûmê tayînî Êlih, Mêrdîn, Esenyurt, Xelfetî û Colemêrgê hatine kirin qebûl nakin. Em qeyûmê tayînkirî bi tu awayî qebûl nakin. Ji ber ku ew karmendên dewletê ne. Karmend, herî zêde, erkên burokratîk pêk tînin lê mecbûr in ku daxwazên gel pêk bînin. Yên ku vê îradeyê talan dikin, îradeya gel, jin û ciwanan a xwe bi rêve bibin qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyana azad û wekhev berfireh bikin.
EM QEYÛMAN QEBÛL NAKIN
Em qeyûman qebûl nakin. Em ê qeyûman bişînin. Em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin da ku di siyaseta Tirkiyeyê de tiştekî bi navê qeyûm tune be. Têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê tê înkarkirin. Dibe ku vê ferz bikin lê gel bi sedsalan bi têkoşîna wekhevî û azadiyê hatiye heta roja îro. Ji niha û pê ve divê tu kes nikaribe me neçar bike ku em mîna koleyan bijîn. Em ne koleyê kesî ne. Ji niha û pê ve em ê ji bo jiyanek bi rûmet û wekhev têbikoşin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û tililiyan bi dawî bû.