ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, got ku ew ê bi tu awayî qeyûman qebûl nekin û xwedî li îradeya xelkê Êlihê derkevin.
Çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê berdewam in. Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik diyar kir ku ew ê biisrar xwedî li îradeya gel derkevin. Işik, anî ziman ku sepana qeyûm rewa nîne û hinceta tayînkirina qeyûm jî nayê qebûlkirin. Işik, da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm, dora şaredariyê ji hêla polîs, cendirme û wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin û şaredarî hatiye xespkirin. Işik, diyar kir ku ji bo çavkaniyên gel pêşkeşî rant û alîgirên îktîdarê bên kirin şaredarî hatiye xespkirin.
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik
Bi domdarî Işik bi lêv kir ku armanca ji tayînkirina qeyûm îpotekkirina îradeya gel e û wiha pê de çû: “Dixwazin gelê me bêîrade bihêlin. Weke şaredariyên DEM Partiyê me ji bo parastina çand û zimanê kurdî xebat meşandin û xwestin bi rêya qeyûman pêşî li vê bigirin. Ev sê serdemên qeyûman tayîn dikin û dixwazin pêşiya van xebatan bigirin. Naxwazin çand, huner û zimanê klurdî bijî û xebatên ji bo jinan bên meşandin.”
'EM BIBIRYAR IN KU DÊ XWEDÎ LI ÎRADEYA GEL DERKEVIN’
Işik, bi bîr xist ku bi sala ye zextekî giran li ser Êlihê heye û bajarê wan bi cînayetên kiryarnediyar, şewitandina gundan û gelek zextên din re rû bi rû ma ye. Işik, axaftina xwe wiha qedand: “Êlih xwedî tecrûbeyeke mezin e. Lewma jî li dijî xespkirina îradeya xwe, bi çalakî û xwepêşandanan berteka xwe nîşan dide. Her çend hêzên ewlekariyê hewl bidin asteng bikin jî, xelkê Êlihê bi awayekî berteka xwe nîşan dide û dê nîşan bide jî. Weke gel heta ku em hebin dê her tim li dijî qeyûm bertek nîşan bidin. Em bibiryar in ku xwedî li îradeya xwe û îradeya gelê Êlihê derkevin.”
MA / Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman