ŞIRNEX - Ji bo endamên HPG’ê Serdar Bayar û Mehmet Bozkurt li navçeya Silopiyayê şîn hatin danîn. Şîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Endamên HPG’ê Serdar Bayar (Xwînrêj Cûdî) û Mehmet Ozkurt (Xwînrêj Spêrtî) ku di salên 2018 û 2019’an de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo Bayar û Bozkurt li navçeya Silopiyayê şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) bi girseyî hatin ziyaretkirin. Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di serdanê de cih girtin. Girse, ji ewil çû şîna Serdar Bayar a li Taxa Cûdiyê. Piştre jî şîna Mehmet Bozkurt a li bajarokê Tilqebînê hate ziyaretkirin.