NAVENDA NÛÇEYAN - Di wesayîta çawişê pispor E.O. de ku li Colemêrgê peywirdar e, 63,5 kîloyên tiryakê hatin girtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; çawişê pipsor ê bi navê E.O. ku li Colemêrgê di Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê de dixebite, duh tevî wesayîta xwe ji bo destûra salane bi rê ket. Li noqteya sepanê ya polîsan a li Pîrînçlîkê ya girêdayî navçeya Peyas a Amedê hate sekinandin. Di lêgerînê de di wesayîta E.O. de 63,5 kîloyên madeya tiryakê ya metemfetamînê hate girtin.
E.O. hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.