DÊRSIM - Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin û derheqê wê de biryara binçavkirinê hate dayin, ji bo îfadeyê çû emniyetê.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li şûna Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak qeyûm tayîn kir. Derheqê Hevşaredar Bîrsen Orhan de biryara binçavkirinê hate dayin û li ser vê yekê îro di danê sibehê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.
Bîrsen Orhan, beriya biçe emniyetê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Hewldana binçavkirinê, hêj di roja ewil a tayînkirina qeyûm de çêbû. Lê bi saya sekna bibiryar a gel destûr nehat dayin. Ji dest û lingê xwe birîndar bûm. Ev di çapemeniyê de nehat dîtin ji ber ku mudaxileyî hevalên dikişandin kirin û telefonên wan hatin şikandin. Rojek piştre jî mal bi mal li min geriyan. Lê navnîşana min diyar bû. Di nava rojê de li herî pêş bûm. Di nav gel de bûm lê dema ji malê derketim dor li min girtin. Gelê ku ji rewşê agahdar bû bertek nîşan da û parlamenteran mudaxile kirin. Li ser vê yekê biryar dan ku ez îro îfadeyê bidim. Ji bo rageşî mezin nebe, me derheqê vê hewldana bêhiqûqî de yek gotin nekir.
DIVÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Niha jî derheqê min de dosyayeke vala amade kirine. Mîna di 20’ê mijdarê de li hevşaredar û şaredarê me kirin de. Bêyî ku sûcekî min hebe ez rastî gelek bêhiqûqtiyan hatim. Lê ez ê nebêjim cewhera edaleta wan ev e û vê rewşê asayî bikim. Divê daraz ji van helwestên keyfî re bibêje bes e. Ez ji bo îfadeyê diçim. Gotinên min jî heqîqeta gelekî ne. Min ev rastî bi dengekî bilind got. Weke gotina dawî; em bajarê berxwedanê ne û divê v kevneşopiya berxwedanê bidome. Ez bawerim ku dêrsimî baş dizanin ka dê çi bikin.”