WAN - Girtiyê nexweş Burhan Adsiz ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û 3 roj berê rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Burhan Adsiz li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin û hat zanîn ku di 26’ê Kanûnê de rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Adsiz, bi nexweşiya sîroza kezeba reş ketiye û di sala 2023’yan de cezayê wî yê bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hatibû erêkirin û hatibû girtin.
Rewşa Adsiz roj bi roj xerab bû û Desteya Tenduristiyê ya Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di 17’ê Kanûna 2015’an de ji bo Adsiz rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Piştî vê raporê jî hatibû tehliyekirin. Di sala 2023’yan de cezayê wî hate erêkirin û dîsa hate girtin û şandin girtîgehê. Lê rewşa wî dîsa giran bû û Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê di 2’yê Çileya 2024’an de raporeke nû amade kir. Di raporê de wiha hate gotin; “Di encama lêkolînê de agahî nehatin bidestxistin ku Burhan Adsiz nikare di girtîgehê de bimîne.”