RIHA - Dayika Aştiyê Bedriye Demîr di duyemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Dayika Aştiyê Bedriye Demîr ku di 6’ê Çileya 2023’yan de li nexweşxaneyeke Rihayê dema dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest dabû, di duyemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn, li ser gora Bedriye Demîr a li Goristana Bedîûzzaman hat lidarxistin û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Sema Aîşeoglû û gelek kes tev li bûn.
Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz di bîranînê de axivî û wiha got: “Em ê ala dayika Bedriyeyê dewrî me kirî her tim li ba bikin. Heke îro qala aştiyê bê kirin, ev bi saya têkoşîna te û dayikên wekî te ye.” Piştî axaftina Sema Aîşeoglû, beşdaran gul danîn ser gora Bedriye Demîr û dua kirin.