AGIRÎ - Sê girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatibûn derbkirin, sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Malbat, di dema hevdîtina rû bi rû de hîn bûn ku girtî hatine sewqkirin.
Girtiyên bi navên Helîn Ozdemîr, Rumeysa Bozkurt û Hayriye Goksu ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê dihatin ragirtin, di 18’ê Kanûnê di dema serdegirtina qawîşan de hatin derbkirin. Girtiyan, di 19’ê Kanûnê de li ser telefonê ji malbatên xwe re gotin ku hatine derbkirin. Malbatên her sê jinên girtî, îro ji bo hevdîtina rû bi rû çûn girtîgehê û hîn bûn ku zarokên wan sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.
Nehat zanîn bê ka jinên girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin.
SERÎ LI ÎHD’Ê DABÛN
Jinên girtî piştî li ser telefonê ragihandin ku hatine derbkirin, malbatan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê dabûn. Di 21’ê Kanûna 2024’an de şandeyeke ji ÎHD’ê çû serdana girtiyan û rapor amade kir. Ji girtiyan Helîn Ozdemîr da zanîn ku 50 gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û wiha gotibûn: “Gardiyanan bi ser qawîşên me de girtin. Li qawîşan mudaxileya fîzîkî li me kirin, destên me ji pişt ve kelemçe kirin û birin hucreyê. Li gel tundiya fîzîkî, her wiha heqaret li me kirin. Em dixwazin ku li dijî vê binpêkirina maf, saziyên serbixwe li girtîgehê lêkolînê bikin. Em dixwazin ku raya giştî bikeve nava liv û tevgerê.”