MÊRDÎN - Ekolojîstên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bûn, bal kişandin ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li Rojava û gotin: “Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 25’an de didome. Ekolojîstên tev li çalakiyê bûn, xwestin êriş bên sekinandin.
'MODÊLEKE CIVAKÎ YA EKOLOJÎK Û DEMOKRATÎK HEYE’
Endamê Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksu diyar kir ku geşedanên li Sûriye û herêmê ji destpêkê ve ekolojîstan eleqeder dike û got: “Rêxistina ekolojiyê beriya her tiştî tevgera aştiyê ye. Em bi xwe bûn şahidên wêraniya li Sûriyeyê. Ji hevalên xwe yên şehîd bûn, ji berxwedana Kobanê dizanin. Hem aliyê talana xwezayî hem jî ya însanî me dît. Di navenda şerê li herêmê de jî Rojava heye. Berxwedana Rojava, ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê girîng e. Li dijî hêzên tarî û paşverû, îrade û aqilekî hewl dide modêla civaka ekolojîk û demokratîk ava bike heye. Ev aqil, ji bo rêxistinên ekolojiyê girîng e. Ev modêl, ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û herêmê jî mînak e. Ji bo modêla Rojava ji gelek deverên cîhanê komunist, sosyalîst û anarşîst hatin Rojava û li ber xwe dan. Li vir şer kirin û jiyana xwe ji dest dan... Lewma em qedera Rojava weke qedera hemû gelên herêmê dibînin. Heke gelên herêmê têkoşîneke hevpar bimeşînin dikarin planên hêzên emperyal û hêzên herêmî vala derxînin. Ev yek ji bo avakirina civakeke demokratîk a herêmê jî girîng e.”
'EM PARÇEYEKE TÊKOŞÎNA XWE DIBÎNIN’
Aksu, got ku ne tenê daristan lê ji bo li bajaran jî jiyanek bikare aj bide divê bên parastin û ev yek bi civakeke demokratîk sosyalîst pêkan e. Aksu, wiha domand: “Lewma em meseleya parastina Rojava weke pêşxistina têkoşîna pêkvejiyaneke li ser esasên demokratîk û sosyalîst dibînin. Jixwe di wê rewşê de dikare jiyaneke li gorî xwezayê were avakirin. Lewma em parastina Rojava weke parçeyeke têkoşîna xwe ya azadiyê dibînin.”
EM VERSIYONEKÊ CUDA YÊ ŞER DIBÎNIN’
Berdevkê Platforma Ekolojiyê yê Şirnexê Adnan Şenbayram jî got ku têkoşîna ekolojiyê ne tenê dijderketina birîna darekê ye û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî di salên 90’î de gund hatin valakirin, texrîbateke mezin a ekolojîk hate kirin. Li gel valakirina gundan, dar û daristan jî şewitandin. Yanî versiyoneke cuda ya şerê taybet bû. Dixwestin vê herêmê bi temamî tune bikin. Ji salên 2018’an ve jî dar û daristan hatin birîn û xwestin herêmê xalî bikin, vêhafize bihêlin. Dema em dibêjin şer ne tenê balafir, tank û tifingin, lê me ev versiyonên şer jî jiyan.”
'WATEYA ROJAVA JI BO ME PIR MEZIN E’
Berdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Yekitiya Ekolojiyê Derya Akyol jî wiha got: “Weke aktîvîstên ekolojiyê em ne li gel şer, li gel aştiyê ne. Pergala Rojava, ji bo gelên cîhanê modêla jiyaneke nû ye. Li Rojava jiyaneke em xeyala wê dikin tê avakirin. Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê tê avakirin. Jixwe têkoşîna me jî ji bo vê ye. Lewma wateya Rojava ji bo me mezin e. Lewma em her tim Rojava diparêzin. Li Rojava jiyaneke ku netewedewletê red dike heye. Divê tiştên li Rojava diqewimin li her derê bên teşhîrkirin. Di esasê xwe de çavê hemû cîhanê li Rojava ye lê hêzên emperyalîst jî vê şoreşê naxwazin. Ji ber ku ne li gorî berjewendiyên netewedewletan, şîrket û îktîdaran e. Lewma divê parastvanên xwezayê Rojava biparêzin. Modêla Rojava dikare li her derê were avakirin. Em jî bi avakirina meclisan dikarin netewe dewletê bêbandor bikin. Divê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û ji bo xweserî bê qebûlkirin em têbikoşin.”