ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû. Serokwekîlê Koma Meclisê ya AKP’ê Abdullah Guler got: “Em ê di rojên piştre de daxuyaniyê bidin.”
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, li Meclisê bi koma AKP’ê re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin hate dayin. Serokwekîlê Koma Meclisê ya AKP’ê Abdullah Guler, wiha got: “Me sihbeteke erênî kir. Dê di rojên pêş de daxuyanî were dayin.”