ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê re dest pê kir.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Navenda Giştî ya Partiya Saadetê. Şande, ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û Serokwekîlê Koma Meclisê Bulent Kaya û parlamenter Mesût Dogan ve hate pêşwazîkirin.