ENQERE - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê diyar kir ku rapora têkildarî Rojîn Kabaîşê kêm e û pirs nehatine bersivandin.
Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Fakûlteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş (21) di 27’ê Îlona 2024’an de li Wargeha Xwendekarên Keç a Fehîm Arvasî piştî xwarina şîvê bi awayekî guman winda bû. Cenazeyê Rojîn Kabaîşê 18 roj piştre li qeraxa Gundê Molla Kasimê hate dîtin. Komîsyonan Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî Rojîn Kabaîşê li avahiya komeleyê daxuyanî da.
‘AGAHIYÊN DI RAPORÊ DE KÊM IN’
Metna daxuyaniya çapemeniyê li ser navê ÎHD'ê sekretera şaxê Neylan Solmaz xwend. Neylan Solmaz da zanîn ku agahiyên di rapora yekemîn a Saziya Tipa Edlî de ne temam in û destnîşan kir ku pirsên têkildarî mirina Rojîn Kabaîş jî bêbersiv mane. Neylan Solmaz got: “Rapor ji dayîna çend agahiyan li ser mayîna di avê de wêdetir neçû. Herwiha xwediyê nimûneyên DNA yên li ser cenazeyê Rojîn nehatine tespîtkirin û heta niha ti gumanbarek di dosyayê de nehatiye diyarkirin. Ji ber ku rapor nehatiye temamkirin, pirs bêbersiv mane û sînordarkirina li ser dosyayê gumanan çêdike ku zelalkirina vê dosyayê nayê xwestin. Ji roja ewil ve hewl hat dayîn ku bûyer weke întîhar bê nîşandan. Lê belê her çendî divê hemû delîl bên lêkolînkirin û rastî derkeve holê jî, ev nehatiye kirin û raporên pisporan di dosyayê de tune ne."
‘DARAZ XIZMETÊ JI BAVIKSALARIYÊ RE DIKE’
Bi domdarî Neylan Solmaz ev tişt anî ziman: “Qirkirina jinan ne bûyerên cuda ne ku bi tesadufî çêdibin. Jin ji ber vê pergala ku tundiya sîstematîk a mêr a li hemberî jinê ji nedîtî ve tê tên qetilkirin. Mêrên ku serdestiya li hemberî jin û zarokan mafê xwe dibînin, vê cesaretê ji dewletê digirin. Dewleta ku jinan li hemberî tundiya mêr naparêze û daraza ku ji bo provokasyonên bêhiqûqî tawîzan dide kujerên jinan, xizmeta baviksalariyê dike. Kujerên jinan di nav me de ne, li malên me, li kolanên me, li kargehên me, bi kurtasî li hemû qadên me yên jiyanê ne. Kujerên jinan dizanin ku dema herin salona dadgehê û jina ku kuştin sûcdar bikin ew ê bên berdan .”
‘EM Ê JI BO ROJÎNÊ TÊBIKOŞIN’
Neylan Solmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane dengê xwe bilind bikin û ji bo mirina bi guman a jinan dê têbikoşin.”