NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 40 kes duh hatin binçavkirin. Binçavkirin, li Edene û Dêrsimê hatin protestokirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 40 ESP’î duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatein binçavkirin. Binçavkirin, li Edene û Dêrsimê hatin protestokirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî mijarê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me têk bibin, ESP bi tenê nîne” hate hilgirtin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ESP’ê Orhan Çelebî daxuyanî xwend û got ku endam û rêveberên wan ji ber çalakî, xwepêşandan û bîranînan hatine binçavkirin.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Çelebî, diyar kir ku îktîdar hewl dide bi rêya zextan mafê wan ê siyasetê ji dest wan bigire û wiha got: “Armanca sereke ya îktîdarê ew e ku xeta têkoşîna hevpar paşde bixe û kirdeyên şoreşger ên di pirsgirêka Kurd de daxwaza çareseriyeke adilane, demokratîk û aştiyeke birûmet dikin tesfiye bike. Em li dijî van êrişên rejîmê, banga mezinkirina têkoşîna hevpar dikin. Hûn ê bi me nekarin.”
LI EDENEYÊ DAXUYANÎ HAT DAYIN
Rêxistina ESP’ê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan. Endama ESP’ê Sila Guler di daxuyaniyê de got ku armanca van zextan, binçavkirin û girtinan têkbirina îradeya wan û fetisandina dengê bindestan e. Sila Guler, da zanîn ku ev zext dê nekarin wan ji rêya xwe bikin. Sila Guler, banga mezinkirina têkoşîna li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binçavkirinan kir.
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî got ku operasyonên binçavkirinê li şûna çareseriyê, pirsgirêkan kûrtir dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiya civakî û demokrasiyê divê AKP tavilê dev ji van polîtîkayên xwe berde. Weke partî em polîtîkayên wan baş dizanin. Lê çi dikin bila bikin em ê tu caran ji têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê paşvegavê neavêjin.”