Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku ger AKP di zîhniyeta înkarê de israr bike wê bi heman armancê re rû bi rû bimîne û got: “Ger AKP wekî 2013’an nêzîk bibe wê dewleta tirk gavekê jî pêşve neçe.”
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di bernameya taybet a Stêrk TV'yê de li ser pêvajoyê axivî. Sabrî Ok diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd daxuyaniyên erênî daye, lê AKP cidî nêzîkî pêvajoyê nebûye û got: “Omer Çelîk çend roj berê got, bazar tuneye, muzakere tuneye û nizanim çi tuneye. Ma napirsin wê demê çi heye? Tenê dibêjin bila PKK çekan deyne, Rêber Apo bibêje çekan deynin. Rêber Apo di sala 2013’an de jî got, îro jî dibêje; ger azad nebe, tecrîda giran ranebe, ger şert û merc neguherin, hingî wê gav neyê avêtin. Ger dewleta tirk, AKP bixwazin tiştek bikin, an jî wateyê didin çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo bi kedeke mezin afirandiye, divê cidî nêzîk bibin. Divê cidî nêzîkî pirsgirêka ku ev sal in êşên mezin bi kurdan daye kişandin û Tirkiyeyê tengav kiriye, bibin.”
 
Sabrî Ok bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Rojavayê û anî ziman ku li Bendava Tişrînê jin û zarok jî di nav de sivîl tên bombebarankirin û qetilkirin. Sabrî Ok destnîşan kir ku divê piştgiriyê bidin Rojava ya ku nirxên mirovahiyê ji çeteyên DAÎŞ’ê parast û banga xwedîderketina li berxwedana mezin a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kir. 
 
Axaftina endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok a ku di Stêrk Tv de hat weşandin bi vî rengî ye:
 
Çend roj berî vê Omer Çelîk jî axivîbû. Got, 'bazarî tune ye, muzakare tune ye, tawîz tune ye, pêwîste PKK çekan berde.' Zihniyetekê ku hebûn û mafên gelê Kurd red dike, tune dihesibîne heye. Di dîrokê de jî ew zihniyet wek zihniyetek qirker rol lîst. Komkujî, asîmîlasyon û entegrasyon li ser gelê Kurd meşand. Omer Çelîk jî, AKP jî baş dizanin ku pirsgirêka Tirkiyê ya herî bingehîn û dîrokî pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd nebûya rewşa Tirkiyê wê cuda bibûya. Ew zihniyet bû sedem ku ne sed sal, zêdetir jî gelê Kurd pir êş jiyan bike. Çi komkujî, çi qirkerî, çi sirgûn, çi bi hezaran gund wêrankirin ev êşa gelê Kurd bû ku jiyan bike. Faturayê vê jî ji Tirkiyê re giran bû. Dewleta Tirk eger îro di nav aloziyekî kûr de be û li hember pergala navnetewî wisa stûxar be, civaka Tirkiyê di aliyê aborî, siyasî, psîkolojîk de pirsgirêkên jiyan dike, sedem çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Heger heman zihniyet were dubarekirin, wê heman encam bê jiyandin. Em vê bêgûman xeter dibînin. Rêber Apo li hember vê zihniyetê her tim xwest bi şêwazekî demokratîk, siyasî û bi muzakereyan pirsgirêka Kurd çareser bike. Heger were bîra wê cara yekem Ozal xwestibû vê pirsgirêkê fêm bike û cidî nêzî vê meselê dibû. Lê çi hat serê Ozal û çawa jiyana xwe ji dest da tê zanîn. Wê çaxê birêz Celal Talabanî ketibû navberê û Rêber Apo jî birastî dixwest pêvajoyek pêş bikeve. Piştî wê pêvajoyek pir dijwar, bêqural, bêexlaq li hemberî gelê Kurd û PKK'ê hate meşandin. PKK jî bi her şêwazî bi îradeyek xurt û bi ruhekî fedaiyane li berxwe da.
 
Herî dawî sala 2013'an careke din Rêber Apo dîsa xwest çareseriyek siyasî û hiqûqî ava bike. Dewleta Tirk û AKP jî bi şêwazekî beşdar bûn. Wê çaxê jî Rêber Apo çend tişt anîn ziman. Got, 'divê meclîsa Tirkiyê vê meseleyê bixe rojeva xwe. Divê komîsyonên pêwîst werin avakirin. Divê di milê zagonî de guhertin çêbibin. Û ya herî girîng jî ev pêvajo divê hiqûqî be û were qebûlkirin.' Heta ji ber gumanên Rêber Apo hebûn dema heyet diçû hevdîtînê, wan şiyar dikir. Digot, 'heger rewatiyek zagonî neyê avakirin, li pêşerojê dibe ku we bigirin û bavêjin zindanê.' Wisa jî bû. Niha mêze dikin dîsa tiştek wisa tê jiyandin. Omer Çelîk dibêje, 'bazarî tune ye, muzakere tune ye.' Baş e çi heye? Tenê dibêjin, 'bila PKK çek berde.' Dibêjin, 'bila Rêber Apo bangawazî bike û PKK çek berde.' Rêber Apo di sala 2013'an de jî got, niha jî dibêje; 'heger ew ne azad be, şert û zirûfên wî neyên guhertin, tecrîta giran ranebe, normal û azad jiyan neke, karê xwe bi vî awayî nemeşîne, tu gav neyên avêtin.' Pêwîste dewleta Tirk birastî jî cidî be. Ku dixwaze tiştek bike divê cidî be. Bi taybet keda Rêber Apo çareserî pêşkêş dike, çareseriyek pir mutewazî û pir makul pêş dixe. Ku AKP bixwaze wate bide, lazim e berî her tiştî cidî be. Pirsgirêkê ku ji Tirkiyê re fatureyek pir giran derxistiye re û gelê Kurd ji ber vê êşên pir giran jiyan kiriye divê dewlet cidî be. Rêber Apo di axaxtina xwe ya dawî de got, 'ez hewl didim û dixwazim ew prangayên di lingê Tirkiyê de ne, rakim. Dixwazim pêşiya Tirkiyê vekim. Bila Tirkiye demokratîk be û li ser derdora xwe nebe gef. An jî li hember hêzên navnetewî bê îrade nebe. Civakek demokratîk û jixwe bawer be. Çi gelê Kurd be, çi Tirkiye be bila hemû nasname, çand û ol azad û bi hev re demokratîk jiyan bikin.' Rêber dibêje dixwazim vê bikim. Heger AKP xwe jor de bibîne, heta wisa şûrê xwe bihejîne, ew ne bieqil e û ne cidî ye. Ev xizmetê tu çareseriyê jî nake. Ji bo vê pêwîste berî her tiştî AKP cidî be. Ku Rêber Apo bikaribe rol bilîze, ku bikaribe di şertên azad, zirûfên normal de kar bike, bikaribe bi hevalên xwe re û DEM Partiyê re, bi kesayetên din re hevdîtînan û nîqaşan bike û rola xwe ya dîrokî bilîze wê pêşiya Tirkiyê veke. Xwestekên Rêber Apo jî pir maqul in. Demokratîkbûna Tirkiyê ye, pêşxistina demokrasiyê ye. Ma kesekî bêje ez mirov im û bi nirxên mirovahiyê re girêdayî me, dikare li dijî vê derkeve? Em nizanin AKP çiqas nêzî vê û durî vê ye? Lê tişta ku raber dike, neyînî ye.
 
Rêber Apo sala 2013’an jî got, 'ez ew qas dixwazim rol bilîzîm, ked bidim, rîsk bigirim. Dixwazim gelê Tirkiyê û gelê Kurd demokratîk bibe, bi hev re û azad jiyan bikin. Lê dewleta Tirk wek hincet û amûr nêzî min dibe. Ne cidî ye.' Em naxwazin heman tişt were dubarekirin. Lê heger dîsa wek hincet û amûr nêzî Rêber Apo bibe, wê dewleta Tirkiyê nikare gav bavêje û her tişt serûbin bike. Ji ber vê divê dewleta Tirk cidî be û ji Rêber Apo re bibe bersiv. Em vê dizanin, gelê Kurd û dostên wan jî dizanin. Rêber Apo ji bo çareseriyek demokratîk û birûmet çi bêje û çi gavên pratîk bavêje, em teqez bawerin ku tiştê pêwîst dibêje û gavê pewîst davêje. Derveyî vê tu nêrîn, helwest û lêgerînek Rêber Apo nabe. Hemû jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û azadiya gelê Kurd e. Em wek rêxistin û gelê Kurd bi sekna Rêber Apo, rola ku dixwaze bilîze û helwesta wî re girêdayî ne. Her tim jî wê wisa be. Lê divê dewlet jî vê fêm bike. Derveyî dewletê kesayet û saziyên ku xwe ji pêşerojê civaka Tirkiyê û gelê Kurd berpirsyar dibînin jî divê serê xwe biêşînin. Divê ew jî dengê xwe bilind bikin. Yanî birastî wisa nêrînek demokratîk û îradeyek demokratîk li hember vê zihniyeta qirker, red û înkarê derkeve û pêwîste têkoşîn were dayîn. Niha mêze dikin, duh û pêr qeyûm avêtin ser şaredariya Sêrtê. Her wiha xebatkarên ragihandinê hatin girtin. Yanî wisa xofek li ser civakê didin jiyandin. Nahêlin siyaseta demokratîk a Kurd nefes bigire û bi her awayî zext û psîkolojiyek ava dikin. Her wiha li Rojava 24 saet şerek heye, bi awayek bêexlaq û bêyî ku quralên navnetewî berçav bigirin bombebaran dikin. Sîvîlan, zarok û jinan qetil dikin. Li aliyê din jî tê xwestin ku pêvajoyek pêş bikeve. Ev hevdu nagirin. Heger bieqilê gelê Kurd û mirovahî bilîzin, ew ne bieqil in. Gelê Kurd gelek berdêl daye û xwedî tecrube ye. PKK jî wisa ye. Kes nikare wek hincet û amûr nêzî Rêber Apo bibe. Pêwîste rêzdar û cidî bin. Rêber Apo cidî ye. Çi dibêje rast in û Rêber Apo dirûst e. Pêwîste muxatabê wî jî wisa bin. Bila bibe tiştekî dîrokî. Wek 2013 û ceribandinên berî wê, dîsa dubare be, wê şikestinek mezin çêbike. Divê em wek tevger û gel jî vê rastiyê bibînin. Wek safiyane, wek gafil em ê nêzî vê pêvajoyê nebin. Rêber Apo çiqas cidî be, divê em jî wisa bin. Em wisa bin, wê pêvajo pêş bikeve. Divê em tu carî sist nebin û gafil nebin. Em ê her tim, li her derê têkoşîna xwe bi her awayî bilind bikin. Bênavber em ê têbikoşin. Mesele kampanyayz navnetewî ya ku ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike, divê li Emerîkaya Başûr, Afrîka, Ewropa, Rojhilata Navîn û Tirkiyê, bi kurtasî divê li her derê hîn zêdetir pêş bikeve. Xebatên civakî û siyasî jî divê bên pêşxistin. Her wiha Tevgera me jî rola xwe dilîze. Heger wisa be, dewleta Tirk cidiyet, potansiyel, îrade û têkoşîna me careke din bibîne, her wiha destê Rêber Apo jî xurt be, dibe ku pêvajoyek pêş bikeve. Her tişt bi israrkirina rastiyan re girêdayî ye. Pir alî bi têkoşîn mezinkirinê re girêdayî ne.
 
Hûn jî dibêjin ne ser xêre ye. Bêgûman wiha ye jî. Dewleta Tirk fersendkar e. Dixwaze hin tiştan wek fersend bi kar bîne. Di Rojhilata Navîn de pêvajoyek pêş ket. Li Hamas û Fîlîstînê destpê kir, Hizbûlah û Lubnanê domiya. Herî dawî li Sûriyê rejîma Esad hilweşiya. Ew jî dibînin û li gorî xwe tahlîl dikin. Difikirin, dê ev pêvajo ku ve biçe. Ew jî texmîn dikin ku wê bi Iraqê re bidome. Heta difikirin ku Îran jî be. Tirsekî wan heye. Hinek nerehet in. Dibêjin em çawa bikin ku vê kar bînin. Ser Iraqê zextek dikin. Hakan Fîdan ji bo vê diçe Iraqê. Dixwaze jê tawîz bigire. Di ragihandinê de jî derket. Ji rayaderên Iraqê re dibêje, 'ez rica dikim PKK bixin lîsteya terorê.' Yanî rabûn û runiştina wan tunekirin û tesfiyekirina PKK'ê ye. Hakan Fîdan ji bo vê çû Iraqê. Tirsa wan hebû. Li kêleka wê dibêje, 'PKK ji bo ewlekariya Iraqê xeter e.' Tirkî dibêjin, 'yawiz hirsiz', Kurdî dibêjin, 'dizê xwediyê malê'. Tu yê axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bikî, bi hezaran hêzên xwe bicih bikî, barageh ava bikî, 24 saet bombebaran bikî, li aliyê din jî bêjî, 'PKK ji bo ewlekariya Iraqê xeter e.' Ev dirûtî û bêexlaqî ye. Herhalde wê Iraq jî vê bibîne. Iraq bi tawîzdayînê nikare tiştek bi dest bixe. Dewleta Tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ve ew çawa bikar anîn. Em bawerin dewleta Iraqê ji vê encam derxe. Tirkiye dixwaze Iraq û Başûrê Kurdistanê wek partner birêxistin bike. Dixwaze li gorî xwe stratejîk bifikire. Divê bifikire li Sûriyê çi qewimî, divê xwe amade bike. Li ser vî esasî dixwazin li dewleta Iraq zext bikin. Herhal Iraq jî dibîne. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin, divê Iraq dev ji van tawîzdayînan berde û wek dewletek xwedî îrade be. Berî her tiştê divê bêje, 'çi karê te li Başîka heye ku te leşkerên xwe li wir bicih kirine? PKK ne li wir e. Çi karê te û hêzên te ser axa min heye.' Xetereya esasî dewleta Tirk e. Divê helwest wisa be. Hakan Fîdan dixwaze wan bi kar bîne. Difikire çawa bikare li ser PKK’ê zext bike û ji Iraqê tawîz bigire. Îbrahîm Kalin jî wisa ye. Ew jî heman tişt li Sûriyeyê, li gel HTŞ û serokê wan Colanî pêk tîne. Yanî, îhtîmal dibe ku Rojava û Şam hevdîtînek bikin, yan jî bikaribin pirsgirêkên xwe bi şêwazekî siyasî çareser bikin. Dewleta Tirk dema îhtîmalek wisa dibîne, nerehet dibe û nerehetiya xwe aşkere dike. Dixwaze li ser Şamê zext bike. Dibêje, divê tu bi Kurdan û Rojava re wek muzakere hevdîtînan nekî. Provakê dike. Dixwaze Şamê provake bike. Dixwaze alozî li ser Rojava berdewam bin. Hin argumanan li Şamê ava dike û dibêje, 'PKK li wir e û ew terorîst in.' Hemû cîhan jî dizane ku Artêşa Mîlî ya Sûriyê bi kîjan hiqûqê navnetewî êrîşî ser Rojava dike. Dewleta Tirk jî piştgirî dide wan û ji ser wan bi Rojava re di nav şerekî de ye. Li aliyê din hîna jî dibêjin, 'bi salan e me HTŞ'ê xwedî kir, fînanse kir û her wiha. Pêwîste ji vir û şûnde çi aborî çi siyasî li ser pêşeroja Sûriyê giraniyek me hebe.' Di nav xapandinek wisa de ne. Lê belê wê tu caran hêzên navnetewî rê nedin Tirkiyê ku li Sûriyê wek Siûdî Erebîstan an jî wek dewletên Ereb bibe xwedî gotin û bandor bike. Ev ne gengaz e. Dewletên Ereb belavbûna Împaratoriya Osmanî baş dizanin û wê nerazîbin. Wê nexwazin ku Tirkiye li ser Sûriyê bibandor be. Di aliyê siyasî û aborî de jî wek Siûdî û dewletên Ereb derfeta dewleta Tirk tune ye roleke wisa bide xwe. Dibe ku di aliyê bîrdozî de Şam ji dewleta Tirk ne dûr be. Lê wek nasname û çand civaka Ereb e. Ji bo vê hesabê wan ê li ser Sûriyê ku dixwazin berjewendiyên xwe birêxistin bikin, ser pêşeroja Sûriyê xwedî rol bin, sûd bigirin, ev lêgerîn zehmet e. Li gorî me encam nagire.
 
Çapameniya Tirkiyê sedî 90'ê wî bi desthilatê ve girêdayî ye. Çi radyo, çi TV, çi rojname û her wiha hemû ragihandin bi AKP'ê ve girêdayî ye. Li kêleka wê wek muxalefet jî heye. Ya din jî ragihandina azad heye. Yanî sê xet hene. Yek derdora AKP'ê ye, yek a muxalefeta Tirkiyê ye, yek jî ya ragihandina azad e. Niha mirov mêze dike, ji devê ragihandina AKP jehr dibare. Dibe ku ev çend roj in baldariyek hebe jî, lê bi giştî ne wisa ye. Ne ziman û ne hişmendiyekî wisa ye ku civak tiştek jê fêm bike û wek tiştek erênî bigire dest e. Ne wisa ye, reşkirin e, tunekirin û înkarkirin e. Tam wek hêza desthilatê tên bikaranîn. Ev xizmeta tiştekî erênî nake. Belkî li her derê cihanê jî sedî sed tiştekî wek ragihandina azad nebe. Lê pîvanên wan jî hene. Wek BBC û Reuters, hin kesayetên navdar jî hene. Di astekî de xwe azad jî dibînin. Lê li Tirkiyê ji sedî 90 di derdorê AKP de kar dikin. Tu kîjan kanalê vedikî, kîjan rojname mêze dikî, dagirtiye, lê tenê AKP çi gotiye û dixwaze çi bike behsa wan dikin. Li hember îradeya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jehr ji devê wan tê. Ev xizmeta mirovahî û civaka Tirkiyê nake. Nakokî kûr dike. Ne eqlê çareseriyê ye. Pêwîste dev ji van tiştan berdin. Dikarin rexne bikin û nerehetiya xwe bînin ziman. Exlaqê dijmintiyê jî heye. Tu pîvan di zimanê wan de nîne. Derew û sextekarî, her tiştî dikin. Dewlet pêşiya van vedike. Ew jî wek serxweş her tişt bikar tînin. Ev zirar dide. Dibe ku car caran dixwazin baldar bin, lê bi giştî wisa ne. Yê ku dibêjin em wek çapameniya muxalefê ne jî, ew zêdetir li derdora CHP'ê ne. Car caran yên demokratîk jî derdikevin. Zextên AKP'ê li ser wan heye. Dikarin roleke hîn baştir bilîzin. Bi rastî, hinek kes dixwazin rol bilîzin. Ew hîn baştir dikarin bikin. Dikarin hîn bi wêrektir bin û girêdayî heqîqetê bin. Hîn stratejîktir bifikirin. Bizanin, bibînin, bawer bikin ku her tişt wê ne weke îro be. Yanî guhertin wê çêbe, wê rojekê Tirkiye demokratîk bibe, wê gelê Kurd azad bibe. Ji vê rastiyê re hêz bigirin û ji xwe bawer bin. Hîn bêhtir erênî rol bilîzin. Roleke wan erênî heye, lê divê vî rolî hîn bi bandortir bilîzin. Ruxmê vê jî, zexta li ser wan berçav e; girtin, darvekirin, binçavkirin û hwd. Di cihanê de ji bo azadiya Ragihandinê, Tirkiye di rêza herî dawî de cih digire. Ev krîter û pîvanek e ku nîşan dide Tirkiye çiqas azad e! Yanî ewqasê ji azadî û demokrasiyê dûr e. Rewşa çapemenî û ragihandinê wisa ye. Beşê sêyemîn yan jî xeta sêyemîn jî ya çapemeniyê azad e. Di şexsê Apê Mûsa û Gurbetelî Ersoz de, ez hemû şehîdên Ragihandinê bi bîr tînim. Berdêlên pir giran dan. Zextek pir mezin li ser Çapemeniya Azad hebû. Avahiyên wan bombe kirin, her tişt kirin. Lê belê îradeya li hemberî wê jî xurt bû. Her çendî zext hebe jî, bi rastî Çapemeniya Azad rola xwe dilîze. Dixwazin pêşî lê bigirin. Lê tevî vê jî di berxwedanê de israr dikin.
 
Ji dema avakirina Komara Tirkiyeyê û vir ve, bi rastî eger li muxalefetê binêre, ka kî ye, çi kiriye; tiştek nayê dîtin. Yanî nîne. Dema mirov li sîstema cîhanê û yên sîstemên biyanî dinêre, di nava wan de jî muxalefetek heye, dixwaze tiştekî bike, têkoşînekê dimeşîne. Lê belê, li Tirkiyeyê çandekî wisa nîne. Bi rastî tu bêjî, muxalefet wisa pişta xwe bide civakê û li dijî desthilatdariyê rabe, yanî tiştekî wiha nîne. CHP partiyeke ku Komar ava kiriye, ji sed salan zêdetir heye. Bê guman, guhertin çêdibin, di zihniyetê de hinekî guhertin heye. Lê belê bi rastî îro derfet heye ku CHP li hember desthilatdariya AKP’ê muxalefetê xurt bike. Jixwe hêzên sosyalîst, demokrat û şoreşger bi berdêl têkoşîna xwe didomînin. Yanî jixwe hêzên mîna DEM Partiyê û yên din, rola xwe dilîzin, yanî berdêl didin, yanî qasî îrade û hukmê xwe di nava têkoşînekê de ne. Lê CHP çi dike, li derdora rojeva ku ji aliyê AKP’ê ve hatî diyarkirin, dizivire. Bi xwe nikare tiştekî bike. Nikare helwestekî derxe pêş û vê rehetiyê bi AKP’ê dide jiyankirin. Gelo projeya CHP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çiye? Gelo mane pêwîste hêz û civak bizanin ka projeya CHP’ê çiye! Lê kesek nizane. Eger bi rastî muxalefetek çêbibe, Tirkiye demokratîk bibe, ji dervey çareserkirina meseleya Kurd ma gelo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêkan e? Yan jî kesek bêje ez muxalefet im û meseleya Kurd nebîne, gelo ma dikare bibe muxalefet! Bingehê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e. Tu çavê xwe ji vê yekê re digirî û dibêjî, ez muxalefet im, tu nikarî bibî muxalefet. Tu encex dibî payenda desthilatdariyê. Lewma stratejî û projeya CHP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê were zanîn. Pêwîste CHP di vê xalê de bi wêrek be. Divê bêje, nêrîna min ji bo meseleya Kurd ev e. Yan tirs e, yan şermok e, yan jî zihniyet rê nade, lê helwesteke demokratîk nîşan nade. Lewma di vê mijarê de nikare encam bigire. Başe, gelo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê projeya CHP’ê çiye? Dîsa tiştek tune. Çareserkirina mesela civakê, çi aborî, çi perwerde, çi tenduristî, çi siyaseta navneteweyî, çi ya Rojhilata Navîn, yanî di hemû aliyan de CHP bê nexşerê nîne. Ev yek derfetek pir berfireh dide AKP’ê û bi vî rengî li gorî kêfa xwe hespê xwe dibezîne.
 
Dibe carna helwestek CHP’ê hebe, em bi giştî wisa reş nakin. Carna hewl dide sekneke demokratîk pêş bixe. Lê belê ev bi îstikrar nîne. Eger CHP bêje rastiya meseleya Kurd ev e, çareserkirina meseleya Kurd tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê û her wiha bi vî rengî bikare civakê bi rê ve bibe, rabe ser piyan. Yanî bila tenê gilî û gazincan neke û êşa xwe neavêje hundirê xwe. Bi rengekî demokratîk, têbikoşe. Gelo ma tiştê ku ez dibêjim, gelekî zehmet e? Na. Yanî li cîhanê muxalefet, bi vî rengî muxalefetiyê dike. Lê CHP wisa nake, ev jî pirsgirêkek wisa giran û girîng e. Hêzên demokrasiyê ku CHP jî çiqasê bikare xwe tevlî bike, divê li dijî bêmafî û zextan rabin û têbikoşin.
 
Yanî armanc diyar e. Dewleta Tirk ne li Rojava, ne li Bakur, ne li ezman û ne jî li erdê naxwaze îrade, rêxistin û statuyeke Kurdan hebe. Naxwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojava xweseriyeke Kurdan hebe. Rojava ji bo tevahî cîhanê rûmetek e. Lê niha dewleta Tirk êrîşî vir dike, êrîşî nirxên mirovahiyê dike, êrîşî hêza rûmetê dike. Ji bo vê jî SMO ava kirine, hemû jî çete ne, li hevdû kom kirine û dixwaze li hemberî gelê Kurd bide şerkirin. Em van di ragihandinê de dibînin, dişopînin. Li hember hêzên QSD û YPJ’ê nikarin li ber xwe bidin, direvin. Îrade û motîvasyona wan a şer jî tune ye. Dema ku evane nikarin encamê bigirin, dewleta Tirk bi xwe dikeve dewrê. Pîvanên navneteweyî binpê dike û bi vî rengî êrîş dike. Bi balafirên bêmirov sivîlan qetil dike. Dixwaze Bendava Tişrîn û Qereqozaxê bi dest bixe. Bi rastî li hemberî vê yekê berxwedaneke pir mezin û bi heybet heye ku encam jî digire.
 
Dewleta Tirk hezim nake ku li ser navê Kurdan tiştek hebe, mudaxile dike. Li dijî vê yekê jî, helbet gelê Kurd li ber xwe dide. Weke me anî ziman, berxwedaneke herî bi rûmet a mirovahiyê ye. Di esasê xwe de rûmeta mirovahiyê tê temsîlkirin. Ji bo vê pêwîste mirovahî rabe ser piyan û bi her awayî alîkarî bide Rojava. Divê zextê li dewleta Tirk bikin. Têkoşîn û hewldanên di vî alî de hene, ev jî bi wate û girîng in bi rastî. Divê mirov di vir de îradeya Rojava bibîne. Mesele wê rojekê jinek derketibû ragihandinê, digot ‘em ji mirinê mezintir in’. Ev gotineke dîrokî ye, girîng e, ruhek e. Yekê çi digot, digot ‘îradeya me ji çek û teknolojiya we xurttir e’. Dewleta Tirk li hemberî civakeke wisa jixwe bawer û zane, nikare encamê bigire. Divê li her derê, her kes vê berxwedanê weke berxwedana xwe bibîne û piştgirî biditê. Çi hiqûqî û çi siyasî, divê têkoşîneke ji bo piştgiriyê hebe. Divê qirkeriya dewleta Tirk were dîtin, li hember têkoşîn bê meşandin. Mesele li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, modeleke pir demokratîk hatiye dîtin. Di dîrokê de mînakên wê pir kêm in. Di roja me de jî, tenê yek mînak e, yanî ji dervey wê mînak tune ye. Çi Kurd be, çi Ereb, Xrîstiyan, Tirkmen, Êzidî û hwd hemû bi hev re bi nasnameya xwe dijîn. Ev hatiye ceribandin, yanî nêzî 13 sal in. Dewleta Tirk niha ji vê aciz e. Dibêje, eger tiştekî wiha demokratîk derkeve holê, wê bandorê li min jî bike, wê ji Rojhilata Navîn re bibe mînak. Bê guman, ked û hewldanek hatiye dayîn, her kes vê dibîne, modelek hatiye avakirin. Lewma divê her kes piştgirî bide û xwedî lê derkeve.
 
Rêber Apo her tim qala girîngiya yekîtiya neteweyî kir. Ji bo vê bi rastî pir caran perspektîf ava kir, proje pêş xistin. Kedeke pir mezin da û pir gav jî hatin avêtin. Lê belê, mixabin ev gav hemû nîvço man. Ew xewn û xeyala yekîtiya gelê Kurd her tim zindî ye. Gelê Kurd êşek jiyan kiriye, di gelek komkujiyan re derbas bûye. Yê herî zêde hatî parçekirin, gelê Kurd e. Eger yekîtiya gelê Kurd çênebe, wê kesek rehet nebe. Lewma gelê Kurd dixwaze yekîtiya neteweyî were avakirin. Niha, divê rêxistin, kesên bi zane û bandora wan li ser civakê heyî, deng, îrade, xewn û xeyala gelê Kurd bibînin, bizanin û rêz bidinê. Ev ferz e yanî. Ji bo vê berê jî Rêber Apo pir caran anî ziman. Hevalên me yên rêveberiyê anîn ziman. Ya herî girîng ew e ku divê konferansek neteweyî bê avakirin û îradeyeke neteweyî derkeve pêş. Ku eger ev ne karê îro yan jî sibe be, yanî eger ne karê rojekê be, bila ji nava gelê Kurd koordînasyon, konseyek were avakirin û ew biryarê bide. Vaye mimkun e. Berê jî me aniye ziman, PKK her tim ji bo vê yekê têkoşiyaye û her tim jî gotiye, ez amade me. Lê belê, yên vê xebatê pêş bixin girîng in. Em dibêjin, em amade ne, lê belê gav nayên avêtin. Ji bo vê KNK xebatan dimeşîne, kongreya xwe çêkirin, vaye girîng in. Hinek rêxistin, mîna KNK’ê mesele, ji bo yekîtiyê di nava hewldanê de ne. Divê ji bo yekîtiyê hewldan zêdetir bin. Mesela bila carekê li Ewropa mîtîngekê çêbikin, bila her kes ji bo yekîtiya neteweyî were ba hev û bang bikin. Bila ji bo vê yekê meş û mîtîng bên lidarxistin. Bila li Başûr wisa bikin, kesayet, eşîr, oldar, partî û kom bila bi hev re rûnin, helwestek diyar bikin, meşek bikin. Her wiha partiyên Kurdistan ên din jî wisa bikin. Çima, ji ber ku hingê parçebûn di nava Kurdan de hebe, dijmin destê dirêj dike û pê dilîze. Ji dîrokê û vir ve ev wisa ye. Îro hîn zêdetir wisa ye. Jixwe dewleta Tirk, pir pê dilîze. Divê derfet neyê dayîn ku dijminên gelê Kurd bi îradeya gelê Kurd bilîzin. Bi rastî, yekîtî û kongreya neteweyî ya gelê Kurd pir girîng e. KNK dikare pêşengî bike, yanî divê hewldan û xwestekek civakî derkeve pêş.
 
Gelê Kurd û dostên wê, 15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî weke roja qirkirina gelê Kurd, roja tarî pênase kirin. Li dijî vê komployê, li zindanan, li çiyayên Kurdistanê, li her devera cîhanê gelek kesan agir berdan bedena xwe, xwe feda kirin. Mîrateke wisa girîng ku her roj mirov li ser bifikire, helwesta xwe diyar bike, xurt bike, danîn pêşiya me. Bi vê wesîleyê ez di şexsê şehîdên 15’ê Sibatê, şehîdên şoreşê de, hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em di 15’ê Sibatê de, li her derê têkoşîna xwe bilind bikin. Bila ti kes nekeve rehavetê. Ji rehavetê xirabtir, tiştek din nîne. Ti sedem jî nîne ku em bikevin rehavetê. Rêber Apo hîn jî di pergala Îmraliyê de ye. Em 15’ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li her derê em mejî, îrade û hewldana xwe bikin yek. Bi her awayî em têkoşîna xwe bilind bikin, ji bo azadiya Rêber Apo israr bikin û encamê werbigirin."

Sernavên din

15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm tê protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin