NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Philadelphiayê yê Amerîkayê helîkopterek ket xwarê. Hat ragihandin ku gelek mirî û birîndar hene.
Li gorî çapemeniya Amerîkayê, li bajarê Philadelphia yê Amerîkayê, helîkopterek li ser taxek bajêr ketiye xwarê. Gorî agahiyan helîkopter bi ser taxekê de ketiye xwarê û gelek kes mirine û birîndar bûne. Tê gotin piştî ketina helîkopterê jî agir bi xaniyan ketiye.
Piştî bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê.
Hêjayî gotinê ye beriya heftiyekê jî helîkopterek leşkerî û balafirek rêwiyan li hev ketibûn û 67 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.